Hakan Fîdan, hevdîtin bi Nêçîrvan Barzanî re kir 2024-02-16 21:09:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re li Almanyayê hevdîtin pêk anî.   Li Almanyayê di çarçoveya 60’emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munîhê (MSC) de Wezîrê Karên Derve ê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, hevdîtin bi Serokê Herêma Kurdistana Federe Nêçîrvan Barzanî re pêk anî.    Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistana Federe Barzanî û Fîdan li ser geşedanên dawî yên li herêmê danûstendin kirine.