Li Urdunê 3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin 2024-01-28 21:07:16   NAVENDAN NÛÇEYAN - Artêşa Amerîkayê ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a li Urdunê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.    Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di êrişa balafira bêmirov a li baregeheke bakur û rojhilatê Urdunê ya nêzî sînorê Sûriyeyê de 3 leşkerên wan hatine kuştin û 25 kes jî birîndar bûne.    Serokê Amerîkayê Joe Biden, diyar kir ku êriş ji aliyê “komên mîlîtanan ên radîkal ku Îran piştgiriya wan dike” ve hatiye kirin û sersaxî ji malbatên leşkerên hatine kuştin re xwest.    Ji 7’ê cotmehê êrişên Hamasê yên li dijî Îsraîlê pêk anîn ve cara ewil e li herêmê leşkerên Amerîkî tên kuştin. Li baregehên Amerîkayê yên li herêmê êriş çêbûn lê heta niha ji aliyê artêşa Amerîkayê ve kuştî nehatin ragihandin.