Hilbijartina Lubnanê dest pê kir 2018-05-06 11:40:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Hilbijartina parlamentoyê ya Lubnanê ku gelek partî ketine pêşbirgê dest pê kir.    Hilbijartina parlamentoyê ya Lubnanê ku bi pirengiya xwe tê naskirin û gelek partî, tevgerên siyasî û mezhebî hene, dest pê kir. Di hilbijartina parlemantoya Lubnan de gelek komên hevkarî û partiyên siyasî dikevin pêşbirgê.  Li welatê Lubnanê ku 18 mezheb hene û gelek partiyên siyasî diçin ser sindoqan.  Di hilbijartinê de dê 128 wekîl bên hilbijartin û li 15 herêmên hilbijartinê sindoq hatin avakirin. Dengdayînê saet di 07.00'an de dest pê kir û didome. Parlamentoya Lubnanê di 16'ê Hezîrana 2016'an de qanûna hilbijartinê ya nû erê kiribû. Li 15 herêmên hilbijartinê di77 lîsteyan 917 namzet ji bo 128 kursiyên parlamenteriyê ketine pêşbirgê.