Bi darvekrina Penahî ji bo demekê hat rawestandin 2018-05-03 11:24:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama bertekên li dijî bi darvekirina girtiyê siyasî yê Kurd Ramîn Hosseîn Panahî ku hatibû diyar kirin îro were darvekirin, ji bo demekê hat rawestandin.     Rejîma Îranê biryar da ku girtiyê siyasî Ramîn Hisên Penehaî yê 24 salî ku ji 23’yê Hezîran 2017’an û vir ve li Girtîgeha Sîne tê girtin bi dar ve bike. Li ser vê yekê biraziyê Ramîn Niştiman Hisên Penahî ev yek şermezar kir û dawî li jiyana xwe anî. Di encama bertekên hatin dayîn de, bi darvekirin Penahî ji bo demekê hat rawestandin.     Birayê Penahî, Emced Hisên Penahî, diyar kir ku înfaz ji bo demekê hatiye rawestandin û wiha got: “Birayê min êvara 2'yê Gulanê ji zindana Sine li min geriya û ji min  re got ew ji hucreya yek kesî derxistin û birine zindana giştî.”    Penahî bi rêya telefonê ji birayê xwe re got ku biryara darvekirinê ya lê hatî birîn dewam dike, lê înfaz ji bo demekê hatiye rawestandin.   Piştî eşkerebûna dema bi darvekirina Penahî, biraziya wî Niştiman Hisên Penahî dawî li jiyana xwe anîbû. Emced Penahî got, di merasîma cenazeyê Niştiman de hêzên îstîxbarata Îranê gefa girtinê li birayê wî Enwer xwarine.   Penahî roja 23'ê Hezîrana 2017'an di kemîna Mûxafizên Şoreşê de bi birîndarî dîl hatibû girtin. Penahî ku tenê ew ji wê êrîşê bi saxî rizgar bû, çek pê re tune bû. Di kemînê de Behzad Nûrî, Hamed Seyf Penahî û Sabah Huseyin Penahî hatibûn înfazkirin. Aktîvîstê 24 salî ku bi 'endametiya rêxistina Komala'  hat sûcdarkirin, biryara darvekirinê lê hat birîn û Dadgeha Bilind a Îranê jî destpêka meha Nîsanê biryar erê kiribû. Hatibû ragihandin ku Penahî dê îro roja Pêncşemê bê darvekirin. Kurdan û raya giştî ya navneteweyî ji bo rawestandina darvekirinê nerazîbûnek tund nîşan dan. Ji bo betalkirina biryara darvekirinê Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî bang kiribûn.   Komîteya Destekê ku ji bo Ramîn Hisên Penahî ava bû, bi rêya twitterê eşkere kir ku biryara darvekirinê bi rengekî demkî hatiye rawestandin.   Komîteyê ev daxuyanî da: "Em ji dil û can spasiya we hemûyan dikin. 24 saetên dawî hestewar û giran bû."   Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî ragihand ku bi saya hewldanên parêzvanî û zexta raya giştî, rîska darvekirina Ramîn Hisên Penahî niha nîne. Lê ji bo biryara darvekirinê û hukmê hatiye dayin bi temamî ji holê rabe, ji kerema xwe bikevin nava liv û tevgerê û bangên xwe yên ji bo otorîteyên Îranî bidomînin."