Li Xezeyê agirbest nehat dirêjkirin 2023-12-01 09:56:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şirîda Xezeyê agirbesta ku ev hefteyeke dom dikir bi dawî bû. Îsraîlê careke din dest bi êrişan kir.    Agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê de ku bi navbeynkariya Qeterê ve hatibû sazkirin, nehat dirêjkirin. Hevdîtinên 3'yemîn ên ji bo dirêjkirina agirbestê hatine kirin de jî lihevkirin pêk nehat. Her du alî diyar kirin ku şer ji nû ve hate destpêkirin. Artêşa Îsraîlê bi îdiaya "Hamasê şert û mercên agirbestê binpê kiriye û ji Xezeyê ber bi axên Îsraîlê roket avêtinê" ji nû ve dest bi êrişên xwe kir.    Hamas jî da zanîn ku rojavayê bakurê Xezeyê di bin topbaranê, başûrê Şirîda Xezeyê jî di bin êrişên hewayî de ye.