Li Meksîkayê êrişa çekdarî: 9 kes mirin, 4 kes birîndar bûn 2023-11-26 12:49:48   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa çekdarî ya li Meksikayê de 9 kesan jiyana xwe ji dest dan, yek jê jin bi giştî 4 kes jî birîndar bûn.     Li Eyaleta Oaxaca ya Meksîkayê li dijî rêwiyên di wesayîtekê de êrişa çekdarî hate kirin. Li bajarê girêdayî eyaletê Guadalupeyê kesên nasnameya wan nediyar li dijî wesayîta di rê de diçû kêmîn danîn. Di encama êrişê de li cihê bûyerê 9 kesan jiyana xwe ji dest dan û yek jê jin bi giştî 4 kes jî birîndar bûn.    Piştî êrişê, gelek tîmên polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Kesên di êrişê de birîndar bûne jî şandin nexweşxaneya li eyaletê. Serdozgeriya eyaletê têkildarî êrişê lêpirsîn da destpêkirin. Tê texmînkirin ku sedema êrişê, “hesabpirsîna çeteyan a navxeyî” be.