Azerbaycanê li dijî Qerebaxê operasyona leşkerî da destpêkirin 2023-09-19 13:14:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Azerbaycanê ragihand ku li dijî Qerebaxê “operasyona leşkerî” daye destpêkirin.    Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku li dijî Qerebaxê “operasyona antîterorê” daye destpêkirin. Wezaretê îdia kir ku operasyon bi mebesta “ji bo avadaniya makeqanûnî tesîs bikin” dane destpêkirin.    Hêzên ermen ên li Qerebaxê, di 9’ê îlonê de li xaka di bin kontrola xwe de hilbijartina serokkomariyê li dar xistibûn. Rêveberiya Azerbaycanê jî bertek nîşan dabû û ev yek weke “êrişeke li dijî serwerî û yekparetiya dewletê” nirxandibû û şermezar kiribû.