Li Pakistanê baranên Musonê: 549 kesan jiyana xwe ji dest da 2022-08-05 14:34:30 NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ber baranên Musonê li gelek deverên Pakistanê lehî rabûn û di encama lehiyan de herî kêm 549 welatiyan jiyana xwe ji dest da.    Bandora baranên Musonê ya li Pakistanê berdewam e. Ji ber baranên zêde li gelek devaran lehî rabûn. Hat zanîn ku ji ber lehiyan, di nava mehekê de li Pakistanê 549 welatiyan jiyana xwe ji dest da.    Saziyên dewletê û artêşê ji bo alîkariyê li herêmên lehî rabûne kampên alîkariyê ava kirin. Otorîteya Rêveberiya Karesatan a Neteweyî (NDMA) da zanîn ku ji ber lehiyan heta niha herî kêm ziyan gihiştiye 46 hezar û 200 malan.    NDMA’yê da zanîn ku hejmara kesên di lehiyan de jiyana xwe ji dest dane derketiye 549 kesan.