Ji bo Efrînê li Atîna panel lidar xistin 2018-03-13 12:24:35   ATÎNA - Li navçeya Lavrionê ya Atînayê ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê ji aliyê Rêxistina Deport Racism Organization ve panel hat organîze kirin.   Li navçeya Lavrionê ya Atînayê bi beşdarbûna dostên kurd ên Yewnanî ji bo piştgiriya Efrînê ji aliyê Rêxistina Deport Racism Organization ve panel hat organîze kirin. Di panelê de Wafiyazo Eleny, Odîseyas Manusarîdîs û Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol axivî. Ji bo Cangoriyên di şoreşê de şehîd bûne deqeyek rêz hat girtin û bi axaftina Odîseyas Manusarîdîs panel destpêkir. Manusarîdîs balkişand ser bêdengiya dewletên desilatdar ên li hemberî berxwedana Efrînê û wiha got:"Pêwiste dewletên desilatdar li hemberî komkujiyên  sîvîlan ên Efrînê bêdeng nemînin. Ji ber berxwedana Kurdan ên li hember Daîşê em wek dostên Kurdan li gel gelê Kurdin. Divê hemû kes piştgiriyê bidin kurdan û bêdengiya xwe bişkînin." Her wiha Manusarîdîs balkişand ser kurdên penaber ên li Yewnanîstanê û wiha pêde çû:"Divê bi demildest şert û mercên penaberan bê baş kirin û alikariyên mirovî yên dihat dayîn bê carekdin bê dayîn." Her wiha banga piştgiriya berxwedana Efrînê li hemû Cîhanê kir. Piştî axaftina Manusarîdîs Aktîvîsta Jin Wafiyazo Eleny axivî. Eleny diyarkir ku Cîhan li hemberî berxwedana kurdan a Efrînê bêdeng dimînin û li hemberî êrişên dewleta Tirk ker kor û lal bûne. Her wekîdin Eleny balkişand ser rewşa penaberan û wiha got:" Ji bo ku şert û mercên  penaberan bê baş kirin rêxistina me hevdîtinan bi rayedaran re dikin heta ku em encam bigrin dê hewldanên me berdewam bin." Piştî axaftina Eleny Siyasetmedarê Kurd Metin Bîngol axivî. Bîngol balkişand ser êrişên çeteyan dewleta Tirk û wiha got:" Ev panela ku îro ji aliyê dostên me ve  hat organîze kirin ji bo me gelek giringe em spasiya dostên xwe dikin. Dewleta Tirk bi çekên natoyê êrişê Efrînê dikin û dewletên desilatdar çawa ku ji komkujiyên dersîm, koçgirî, agirî û zîlan re ji sur, nisêbîn û cizîrê re bêdeng man wekî her car îro jî ji Efrînê re bêdeng dimînin. Li rojava yê Kurdistanê cihê herî aram û hemû netew bihevre dijiya Efrîn bû vê yekitiya gelan a ku bingeha xwe ji felsefeya rêber Apo digirt bû tirsa hêzên dagirker. Li hemberî kapîtalîzmê felsefa herî mezin modernîta demokratike ew jî ya rêber Apo ye." Bîngol diyarkir ku kesen ku li hemberî vê êrişên dagirker bêdeng bimîne dive hevparê vê sucê mirovahiyê. Piştî axaftina Bîngol panel bi çepikan bidawî bû.