2 hezar kesî serî li kursa onlîne ya kurdî daye

img

STENBOL - 25 komele û weşanxaneyên kurdî bi awayekî onlîne kursên kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku 2 hezar û 70 kes beşadarî van kursên onlîne bûne. 

Komeleya Lêkolînên Kurdî, Weşanxaneya Aram, Weşanxaneya Aryen û Weşanxaneyan Morî, Navenda Çandê ya Mezopotamyayê, MED-DER û Torza Ziman û Çanda Kurdî jî di nav de 25 sazî û weşanxaneyên kurdî kampanyayeke bi awayekî onlîne ya ji bo kursên zimanê kurdî dabûn destpêkirin. Hat diyarkirin ku eleyqeke zêde ji bo van kursan çêbûye û ji 17'ê Gulanê heya 1'ê Hezîranê 2 hezar û 70 kesî ji bo kursê serlêdan kirine. Piştî serlêdana 27 pol hatine vekirin. Kursên kurmancî û krimanckî li ser sepana ZOOM'ê hatin lidarxistin. 
 
Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Sûbaşi, anî ziman ku piştî şewba Covîd-19'ê belav bûye, ji bo şagirtên wan mexdûr nebin dest bi dersên onlîneyî kirine û piştî eleqeyeke zêde çêbûye 25 sazî û weşanxane li hev kom bûne û kampanyayeke bi vî rengî dane destpêkirin. 
 
Sûbaşi, diyar kir ku ligel kampanyayê hewl dane pêwendiya di navbera saziyên kurdî de xurt bikin û got: "Bi vî awayî me xwegihand gelek eksan. Saziyên kurdan ên ziman hatin girtin. Bi girtina saziyan re valahiyek çêbû. Ji ber van pirgsirêkan kursên onlîneyî derfeteke baş bûn. Mirov dikare bi vî awayî xwendin û nivîsandina bi kurdî berbelav bike." 
 
ÊRÎŞÊN LI SER KURDΠ
 
Sûbaşi, bal kişand ser êrîşên li ser kurdan û zimanê kurd jî. Sûbaşi, destnîşan kir ku hema her roj êrîş li ser kurdî çêdibin û îşaret bi xerakirina pirtûkxaneya bi navê Celadet Alî Bedirxan kir ku qeyûmê Şaredariya Sêrtê ew xera kiribû. Her wiha Sûbaşi ciwanê bi navê Bariş Akan ku li Enqereyê ji ber ku stranên kurdî guhdar kiribû hatibû kuştin bibîr xist û got: "Li Tirkiyeyê ji ber zimanê nefretê li her derî êrîş li ser kurdan û kurdî hene. Şîrîn Tosûn, li Sakaryayê ji ber ku bi kurdî axivîbû hat kuştin. Wê ev êrîş çi qasî zêde dibin bila bibin dîsa jî em ê dev ji kurdî bernedin. her wiha em ê nehêlin ziman hepsî nav malê jî bibe. Em ê li her derî li her saziyê bi zimanê xwe biaxivin. Wê bi van êrîşan re nikaribin pêşî li ber kurdî bigirin."