Fîlmê Dilop li ser youtube weşandin

img
AMED - Kurtefîlmê Dilop ku derhêner Alî Kemal Çinar li ser malbateke xizan a di malê de kişandî, li ser malpera youtubê weşandin. 
 
Kurtefîlmê Dilop yê ku derhêner Alî Kemal Çınar li ser malbateke xizan a di malê de kişand, li ser malpera youtubê weşand. Fîlmê bi kurdî hatî kişandin bi jêr nivîsa tirkî û îngîlîzî ye. Fîlm, beşa yekemin temam bû û kişandina wî didome. Derhêner Çınar, ji ber şewba vîrusa coronayê di malê de kişand û çîroka nava malê digire dest. Derhêner di fîlm de balê dikişîne ser malbata xizan û hejar û roj bi roj xizaniya zêde dibe. Kesên bixwazin fîlm temaşe bikin dikarin lînga https://www.youtube.com/watch?v=DQaIxVIY3Bo&feature=youtu.be bi tiqînin.