Komên şanoyên kurdî li ser medyaya civakî kom bûn

img
 
AMED - Komên şanoyên kurdî, daxuyandin ku ji ber şewba coronayê ew ê hin lîstikan amade bikin û li ser medyaya civakî parve bikin. 
 
Wezareta Karên Navxweyî, ji ber şewba vîrusa coronayê li welêt cafe, qehwexane, deverên şahiyê, navêndên hûnerê û bi giştî deverên ku welatî lê kom dibin girtibû. Ji ber vê komên şanoyan ku her meh ji bo lîstikan hin bername amade dikirin û dilîstin, mecbûr mabûn eywanên xwe bigirin. 
 
Ji ber vê rewşê Şanoya Bajêr a Amedê jî daxuyand ku ew ê tevî hin komên şanoyê hin lîstikana amade bike û li ser medyaya civakiyî parve bike. Wê ‘Teatra Jiyana Nû’, ‘Şanoya Bajêr a Amedê’, ‘Tîyatro Mencelê’ û ‘Şanoya Yekta Hêvî’ tev li vê bernameyê bibin. di daxuyaniyê de wiha hatiye gotin: “Em wek komên Şanoya Kurd ên ku navên wan derbas dibin li ser medyaya civakî û televîzyonan amaderkariya bernameyek komediye dikin.”
 
‘BI PÊNÛSA XWE BIBIN PERÇEYEK ŞANOYÊ’
 
Di bangawaziyê de hatiye diyarkirin ku ew li benda sikêca ne û wiha hatiye gotin: “Di vê proje de hûn tenê ne wek temaşevan di heman demê de bi pênûsa xwe dikarin bibin parçeyek vê projeye. Hûn fikir, raman û pêşniyarên xwe li ser medyaya civakî dikarin bigîhînin me.”
 
Her wiha komên şanoyê diyar kirine ku paşê wê sikêcên hatine şandin bên nirxandin û piştî nirxandinê wê ji bo sikêcan budçeyek bê veqetandin.