Akademiya Muzîkê ya Ma’yê klîbek diyarî Newrozê kir

img

AMED – Xebatkarên Akademiya Muzîkê ya Ma’yê di rojên koronayê de klîba strana “Newroz e” çêkirin û ji bo Newrozê diyarî kirin. 

 
Xebatkar û perwerdekarên Akademiya Muzîkê ya Ma’yê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) navber da xebatên xwe û li malê xebatên xwe hunerî birêve dibin. Xebatkarên Akademiyê ji bo diyariya Newroza 2020’an ku îsal bi girseyî nayê pîrozkirin klîba strana “Newroz e” pevxistin û pêşkêşî guhdarên muzîka kurdî kirin. Akademî di klîba li ser Youtube de belav kir dibêje “Di rojên coronayê (covid-19) Newroz e” û li ser hesabê xwe yên medya civakî, twîtter, înstegram, facebook parve kir. 
 
HUNERMENDÊN ROJHILATÎ Û BAKURÎ 'NEWROZ E' DISTRÊN
 
Di klîbê de muzîkjen Ramîn ê ji Rojhilatê Kurdîstanê li santûrê dide, Adar Bozaner li tembûrê dixe, Mêhdî Ahmedpouryan ê ji Rojhilatê Kurdistanê li ûdê dide, Şêrko Kanîwar li defê dide, Şoreş Mehmûdî ê ji Rojhilatê Kurdistanê, Hêlin Kiliçaslan û Derya Koç jî distrên. 
 
Her kesek li mala xwe dîmen amadekirine û şandine ber destê montajê Îbrahîm Bayat û wî jî klîbê pev xistiye. 
 
DI ROJÊN KORONAYÊ DE XEBATÊN BI VÎ RENGÊ DÊ BIDOMIN
 
Ji berpirsên Akademiya Mûzîkê ya Ma’yê Şêrko Kanîwar da zanîn ku ew vê klîbê diyarî Newrozê dikin û wisa dixwazin Newrozê li gelê kurd pîroz bikin. Kanîwar destnîşan kir ku wê Akademiya Mûzikê ya Ma’yê di van rojên koronayê de xebatên hunerî yên bi rengî berdewam bike û bi xelkê re parve bikin. Şêrko anî ziman ku strana “Newroz e” bi hunermendê navdar Aram Tîgran tê nasîn û çavkaniyê jê digirin. 
 
Lînka klîbê wiha ye: https://www.youtube.com/watch?v=bckkN9cwlnI&feature=emb_logo