Pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji coronayê girtin: Xwendevan newêrin dest bidin pirtûkan

img

AMED – Li Amedê, pirtûkfiroş jî nesîbê xwe ji vîrusa coronayê girtin. Welatî newêrin destê xwe bidin pirtûkan. 

 
Li seranserê cîhanê heya niha ji 7 hezarî zêdetir mirov ji ber vîrusa coronayê jiyana xwe ji dest dane. Piştî vîrus belav bû, li gelek welatan deverên qelebalix tên gitin û pirsporên tenduristiyê jî dibêjin bira kes ji malê dernekeve. Ji ber vê li gelek bajaran welatî ji malê dernakevin. Li Amedê pirtûkfiroşin vekirîne, diyar kirin ku ji ber vê rewşê mirov nayên û newêrin dest bidin pirtûkan. 
 
Me ji xebatkara Mala Pirtûkan a Lîlavê Rabîa Karayilê di vê rewşê de daxwaza ji bo pirtûkan pirsî. Karayil, diyar kir ku daxwaza ji bo pirtûkan pir kêm e û got: "A rast bandora vîrusê jî heye. Çimkî gava mirov dernekevin derve, ev tê wateya ku jiyan bi awayekî tê rawestandin. Û gava em li firotina rojane ya pirtûkan jî mêze dikin em dibînin ku kêm bûye. Lê belê hin xwendevan jî hene ku dixwazin vî wextê xwe baş derbas bikin. Qasek berê hevaleke me ya jin 10 pirtûk stendin. Muhtemelen ji ber ku wê nikaribe derkeve derve, dixwaze vî wextê xwe bi xwendinê derbas bikin." 
 
‘PIRTÛK ÇAVKANIYA MORALÊ NE' 
 
Karayil, anî ziman ku di nexweşînan de, di şer de, di şert û mercên neyînî de bandoreke erênî ya xwendina pirtûkan heye û got: "Xwendina pirtûkan çavkaniya motîvasyonê ye, loma girîng in. Helbet ji bo rewşeke tendurist nederketina mirovan a derve jî tiştekî asayî ye. Kêmbûna çûnhatinê hem ji bo tenduristiya me hem jî ji bo ya xwendevanan rewşeke baş e, lê gava xwendekar saeteke xwe ji bo stendina pirtûkekê veqetînin wê karibin hîn baştir ji derheqê vê pêvajoyê derkevin. Niha pirsgirêka me hemûyan yek e, lê di vê demê de tişta herî baş a ku em bikin, xwendina çîrokên xweş e û bi vî awayî em dikarin xwe motîve bikin." 
 
Karayil, bal kişand ser vîrusê ku dibe li ser her tiştî be û fikarên xwendevanan û got: "A rast ev fikarên xwendevanan tiştekî asayî ye. Lê me di warê dezenfekteyê de her tişt kiriye." 
 
‘ME DIGOT WÊ ZÊDE BIBE LÊ NEBÛ' 
 
Xwediyê pirtukakurdi.com'ê bawer Berşev jî diyar kir ku ew li bendê bûn ku firotina pirtûkan zêde bibe, lê belê berovajî ji sedî 10 kêm bûye û got: "Me digot gava mirov li malê bin dibe ku bêtir pirtûkan bixwînin. Lê belê ji ber vê nexweşînê rojeva mirovan naguhere."