Li bazarên îşporteyî pêşangeha wêneyan

img

ENQERE - Komek mezûn û xwendekarên fakulteya ciwankariyê, wêneyên xêz kirine li bazarên îşportayî digihînin wênehezan. Xwendekarn, diyar kir ku galeriyên hunerê di teleka derdorekê de ne. 

Li Enqereyê komek ciwan, hewl didin hunerê ji galeriyayan derxin û li kuçeyan belav bikin. Hinek mezûn û xwendekarên fakuletay ciwankariyê, wêneyên ku xêz kirine li bazarên îşporteyî digihînin gel û wênehezan. Xwendekarên ku li Bazara Abdî Îpekçî ya li Sihhiyeyê dezgehên xwe vedidin wêneyên xwe bi navê "kesên çavên wan li erdê" binav dikin.  
 
Segeh Beste Onen ku Fakuletay Ciwankariyê ya Zanîngeha Hacettepeyê kuta kiriye, ji bo vê dibêje: "Me xwest em qadine alterntîf çê bikin ku her kes karibe xwe bigihînê." 
 
‘QADEKE RENGÎN' 
 
Onen, bal kişand ser bazaran û hatina wan a vira û dibêje: “Li bazaran hêcanek, meraqek heye. Gava em paşde biçin em dibînin usûla pevguherandinê hebû. Gava te stranek bigota an jî xeberoşkek bigota, ji dêvla wê te karibû tiştek hilgirta. Helbet niha ji ber ku pere heye, ev fikr kêm bûye. Lê dîsa jî li van bazaran hêcan û macera heye. Qadeke pri rengîn e. Mirov bi kêfxweşî em pêşwî dikin." 
 
‘GALERÎ DI TEKELA HIN KESAN DE NE' 
 
Onen, diyar dike ku galeriyên hunerê di tekela hin kesan de dibêje: "Fikar em xwe li galeriyana nîşan bidin bi min ne fikreke samîmî ye. Li vira ji dahateke maddî wêdetir çêjeke ruhî heye." 
 
Her wiha Xwendekarê Fakuletay Ciwankariyê ya Zanîngeha Hacettepeyê Berkay Kahvecîoglû jî diyar dike ku ji wêne û dirbên pêşandine wêdetir, "qadên leqayîhevhatinê" bala wî dikişîne û dibêje: "Kesên hema ji xwe re wisa di vir re derbas dibin nizanin wê leqayî çi bên. Pêşangehek dirb û şiklî heye, lê haya wî jê tuneye. Gava wisa li erdê mêze dikin û diçin, ev dirb û form li ber çavên wan dikevin. Çawa li bazarê zebze û fêkiyan dineqînin, aha wisa jî ji xwe re dirb û forman dineqînin û tiştekî xîtabî ruhê wan bike digirin û dibin. Ev der pêşangeha kesên li erdê mêze dikin bi xwe ye." 
 
Kahvecîoglû jî ji bo galeriyayên hunerê dibêje li wan deran îmajeke "sterîl" heye û ji bo vê îmajê bişikînin pêdivî bi qadên alternatîf heye. 
 
MA / Zemo Aggoz