Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal bû

img
ELIH - Hevşaredarên Êlihe Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, ragihandin ku ji bo bergiriyên vîrusa koronayê Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal kirine. 
 
Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demîr, bergiriyên ku ji bo vîrusa koronayê girtine bi civîneke çapameniyê ji raya giştî re ragihandin. Hevşaredara Demîr, diyar kir ku li hemû avahiyên şaredariyê, veguhastina komî, parq, rawestgehên otobusan, kolan û kuçeyan xebatên dezenfekteyê kirine û wiha got: "Tenduristiya gel di ser her tiştî de ye. Heke bê daxwazkirin em dikarin li hemû avahiyên fermî xebatên dezenfekteyê bikin. Ji bo bikaranîna bi kontrol a mizgeftan bang li Karên Diyanetê û Miftitiyan bê kirin. Em bang dikin ku dewet bên paşdexistin û li malên şînan mirov bi destê hev negirin. Weke şaredarî em hemû bergiriyan bigirin. Lê divê gelê me jî baldar be."
 
Demîr, destnîşan kir ku ji bo xebatek bi tendurist xebata hevpar a hemû saziyan girîng e û ev tişt anî ziman: "Ji bo ku xebatên dezenfekteyê bi awayekî baş bên me ji ÎŞKÛR'ê daxwaza 500 karkerî kir. Demîr, ragihand ku ji bo  bergiriyên vîrusa koronayê Mihrîcana Filman a Yilmaz Guney betal kirine. 
 
Hevşaredar Songul Korkmaz jî diyar kir ku destûra îdarî dane xebatkarên şaredariyê yên temenê wan di seriya 60 de û wiha got: "Jinên ku zarokên wan hene jî bi heman rengî dê karibin destûra îdarî bigirin."