Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê derket

img

ÇEWLIK - Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê ku xwendekarên beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Çewlikê derdixin, derket. 

Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê ku xwendekarên beşa Wêje û Zimanê Kurdî ya Zanîngeha Çewlikê derdixin û bi kirmanckî navê wê laser tê wateya lehiyê derket. Kovar, bi kirmankî û kurmancî dertê û salê carekê tê weşandin. Kovar, bi tevahî bi derfeta xwendekaran tê derxistin. Di kovarê de nivîsên xwendekaran û kurtejiyana nivîskar, helbestvan û dengbêjan cih digirin.