Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir

img
NAVENDA NÛÇEYAN -  Weşanên Aryen çar pirtûkên nû yên ji helbest û romanan pêk tê çap kir. 
 
Weşanxaneya Aryen bi 4 pirtûkên nû yên helbest û romanan xizmetek din da xwînerên xwe. Weşanê, 4 pirtûkên ku ji 2 roman, 1 helbest û 1 bîranînan pêk tê çap kir.  Weşanxaneya Aryem pirtûkên niviskar Aşik Temelî ya "Bila peyv kin bimîne (Soz kısa kalsın)", nivîskar Rafel Akgun Tespo ya helbestên kurdî "Ra hanorya", nivîskar Remzi Akyurek ya "Çûkên Penaber (Goçmen kuşlar" û romana nivîskar Rizgar Turhan a "Dilopek ji Ava Jine" ku bi kurdî nivîsî ye çap kir. 
 
Pirtûka "Bila peyv kin bimîne (Soz kisa kalsin) ya Aşik Temelî çîroka Kurdên elewi ya herêma Torosan digire dest. Aşik Temelî, hem cih dide çîroka xwe hem jî dide çîroka elewiyên kurd ên koçî anatoliya Navîn dike. 
Nivîskar Remsî Akyurek jî bi pirtûka "Çûkên Penaber" bi gotina Mevlana ya "Paşeroja xwe baş zanibe ku pêşeroja te saxlem be, Tu ji ku hatiye ji bîr neke ku tu zanibe diçe ku" dest pê dike. Nivîskar cih dide gotinên Mem û Zîn û evîna wan. 
Nivîskar Rafel Akgun jî ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê pirtûka helbestan a "Ra Honerya" û bi gotina "Bila serçavên te bikanin da / li çep û rastê xwe binêre / ez wek siyakê li ba dibim / bi tenêtiya avê re çi biherike /lê binêre, netirse / wa binevşek hêdî hêdî / bi ber te ve tê / Ji bo dilê wê, yê bêhna spindara jê tê / êdî netirse / kêlîkên sotîner bi bendewariyê diqîrin" cih dide." 
 
DÎLOPEK JI AVA JÎNÊ
 
Nivîskar Rizgar Turhan jî pirtûka "Dilopek ji ava jînê" bi gotina "Di ber xwedina çukan re/ perweşina perperikan re/û di senfoniya gasanê de / kulîlk digiri di xeyala min de" dest bi pirtûkê dike.