LaWje ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr konser da

img

AMED – LaWje li Amedê ji bo piştgiriya Şanoya Bajêr a Amedê konsera projeya xwe ya “LaWjeyên Evîniyê” ya ji stranên hunermendên kurd pêk tê li dar xist. 

Bi organîzasyona Amîdartê ji bo piştevaniya çêkirina cihê nû ya Şanoya Bajêr a Amedê koma muzîkê LaWje konserek bêhempa bi projeya “LaWjeyên Evîniyê” li dar xist. Konser li otelek navçeya Sûrê ya Amedê hat lidarxistin û bi sedan muzîkehz beşdar bûn. 
 
Endamên LaWje Alî Tekbaş, Alî Îmran Erîn, Serhat Bostanci û Îbrahîm Odak derketin ser dikê hûnera xwe pêşkêşî mêvanên xwe kirin. 
 
LaWje bi projeya “Lawjeyên Evîniyê” ku derket ser dikê stranên hunermendên wek Eyaz Yûsif, Erdewan Zaxoyî, Ebdihwahid Zaxoyî, Tehsîn Taha, Meryemxan, Susika Simo, Rênçber Ezîz, Hesen Zîrek, Hozan Serhat, Şivan Perwer, Ciwan Haco, Mihemed Taha Akreyî û Hesen Şerif pêşkêşî mêvanên xwe kirin. 
 
SEÎD YÛSIF BIBÎR ANΠ
 
Lawje di konserê de strana “Çawa Tu Herî” ya hunermend kurd Seîd Yûsif ê di 26’ê sibatê de koça dawî kir jî sitrand. Solîstê Lawje Alî Tekbaş destnîşan kir ku ew bi vê stranê hunermendê navdar Seîd Yûsif jî li “Lawjeyên Evîniyê” zêde dikin û wî bibîr tînin. 
 
Tekbaş bi strana Seîd Yûsif dest bi konserê kir û bi kilam û stranên ji hev xweştir ên hunermendên bi sewta xwe ya xweş olan da eywana konserê. 
 
‘EM LI HUNER Û ZIMANÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN’ 
 
Tekbaş di konserê de axivî û destnîşan kir ku ew van hunermendên ji nav wan koça dawî kirine bibîr tînin. Tekbaş got wan xwestiye bi vê projeyê hunermendên koça dawî kirine huner û kesayeta wan ji bîr nekin û ew ji bo vê yekê girîngiyê didin stranên klasîkên kurdî. Tekbaş ser girîngiya çand, huner û zimanê kurdî û got: “Çar aliyê Kurdistanê xwedî hunerek têr û tije ye. Me jî xwest em ji çar aliyan stranan bêjin. Em girîngiyê bidin ziman û hunera xwe. Em bi zimanê xwe biaxivin û pê bijîn. Jîn û ziman bêhev nabe. Heke zimanê me tune bibe, em jî nikarin bijîn. Em malên xwe bikin cihê stran û zimanê kurdî. Heke ziman hebe em jî hene. Li ku dibe bila bibe em zimanê xwe biaxivin û ji bîr nekin.” 
 
Tekbaş konserê bi strana “Xifşê” ya hoste û hunermendê mezin ê kurd Mihemed Arifê Cîzrawî bi dawî kir.
 
LaWje ragihand ku wan konsera Mêrdîn û Êlihê dê li dar bixistana ji ber xetereya vîrûsa koronayê betal kirine.