Polîs wêneyên kesên ku diçin komeleya zimanê kurdî digirin

img

ŞIRNEX - Polîs, gava rêveber û xwendekarên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê diçin komeleyê li ber deriyê saziyê wêneyên wan digirin. 

Polîs xwendekar û rêveberên Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîra Şirnexê taciz dikin. Ji roja komele hatiye avakirin heya niha polîs tim diçin ber deriyê û carinan jî wêneyên xwendekarên wê digirin. 
 
DI DEMA KURSÊ DE TÊN 
 
Rêveberê komeleyê Mesût Uçkaç, anî ziman ku ji roka ku kursên wan ên ziman destpêkirine heya niha polîs tên ber avahiya komeleyê û wêneyê-dîmenên xwendekar, rêveber û xebatkarên komeleyê digirin. Uçkaç, got: "Di dema perwerdehiyê de komek polîs tên ber derê komeleya me. Ev zexteke derûnî ye. Gava em ji wan dipirsin, dibêjin ew li gor fermanê tev digerin." 
 
'DIXWZIN BI VÎ HAWÎ KOMELEYÊ BIGIRIN' 
 
Uçkaç, destnîşan kir ku "perwerdehî mafê sereke yê mirova ye" û bal kişand ser zext û zoriyên li ser kurdî. Uçkaç, got: "Armanca me, em xwedî li zimanê xwe derkevin. B van zext û zoriyan dixwazin pêşî li ber zimanê kurdî bigirin. Gava di fermiyetê de em destûrê distînin tu astengî tunene, lê paşê bi awayekî fiîîlî vê yekê dikin. Bi vî hawî dixwazin komeleyê bigirin." 
 
Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Bahattîn Yagarcik jî destnîşan kir ku sazî û dezgehên kurdî ji ber polîtîkayên înkar û asîmlasiyonê tên girtin. Yagarcik, anî ziman ku di warê qanûnî de ji bo saziyên bi kurdî perwerdehiyê didin tu astengî tunene, lê belê di pratîkê de astengiyên mezin hene. Yagarcik, diyar kir ku divê zext û zoriyên li ser zimanê kurdî bi dawî bibin û got: "Zimanê me, dewlemendiya welatê me û cîhana me ye. Divê rêveber hemû bi vî awayî nêzî wê bibin. Divê ji zimanê kurdî netirsin."