Cenazeyê Saîd Yûsûf ber bi Qamişlo ve ket rê

img

STENBOL - Cenazeyê hunermenên kurd Seîd Yûsûf ê jiyana xwe ji dest da, ji bo ku li Qamişlo bê definkirin, ji Stenbolê bi rê ket. 

Cenazeyê hunermendê kurd Seîd Yûsûf ê berî du rojan li nexweşxaneyekê Stenbolê jiyana xwe ji dest da, ji bo ku li bajarê Qamişlo bê definkirin, ji morga nexweşxanê hat girtin û birin Balafirgeha Stenbolê. Cenazê Yûsûf wê bi balafira saet 12:00’an bibin Balafirgeha Şerafettîn Elçî ya Şirnexê û ji wir jî wê bibin bajarê Hewlêr ê Herêma Kurdistana Federe. Cenaze wê ji bajarê Hewlerê bibin bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li vê derê bê definkirin. 
 
Malbata Yûsûf jî, bi cenazere derket rê.