Hejmara 150'emîn a Nûbihar derket

img

AMED – Hejmara 150'mîn a Kovara Nûbiharê derket. Gerînendeyê Weşana Giştî yê Nûbiharê Suleyman Çevîk, anî ziman ku li dijî asîmlasiyonê dabûn ser vê rêyê û niha di vê rêyê de 28 sal li dû xwe hiştine. 

 
Hejmara 150'emîn a kovara çand û hunerê ya Nûbiharê derket. Di vê hejmara kovarê de nivîs û helbestên Berken Berehe, Rojan Barnas, Recep Dildar, Rohata Alakom, Abdûllah Încekan, Konê Reş, Mûrad Celalî, Kinyazê Îbrahîm, Salihê Kevirbirî, Hêmîn Omar Ahmad, Shaîn Bekirê Soreklî, Nîhat Gultekîn û Şemoyê Memê hene. 
 
Gerînendeyê Weşana Giştî ya Nûbiharê Suleyman Çevîk, destnîşan kir ku di Cotmeha 1992'yan de li dijî asîmlasiyonê dabûn ser vê rêyê û niha 28 sal li pey xwe hitine û got, ew ê mineta vê xizmeta ji kurdî nekin, çimkî ev yek peywira wan e. 
 
Çevîk, destnîşan kir ku di dema pêvajoya çareseriyê de rewşa weşangeriya kurdî pir baş bûye, lê belê piştî pêvajo bi dawî bûye û şer û pevçûn dîsa destpêkirine rewşa weşangeriyê nebaş bûye, lê belê ev salek e hêdî hêdî liv û tevgerek çê bûye. Çevîk, diyar kir ku her wiha ji ber krîza aborî jî weşangeriya kurdî di rojên zor û zehmet re derbas dibe, lê ligel ev qas zor û zehmetiyan jî wê kovara wan weşana xwe dewam bike. 
 
Her wiha Çevîk, bal kişand ser rewşa xwendin û nivîsandina bi kurdî jî. Çevîk, anî ziman ku li gor berê hejmara kesên bi kurdî dizanin û got, êdî gava xwendevan pirtûkan distînin ne wek berê ne, hîn bêtir bihûrbijarî tev digerin. Çevîk, sedema neaxaftina bi kurdî bi nebûna statuya fermî ve girê da û got, ji bo kurdî berbelav bibe divê bibe zimanê perwerdehî, huner, çand û bazirganiyê.