Wê cenazeyê Seîd Yûsûf biçe Qamişloyê

img

STENBOL - Hunermendê kurd ê bi nav û deng Seîd Yûsûf ku duh li nexweşxaneyek Stenbolê jiyana xwe ji dest dabû, li ser wesiyeta wî dê cenazeyê wî biçe bajarê Qamişlo ku lê ji dayik bûye û li vir bê veşartin. 

Hewldanên ji bo definkirina hunermendê kurd ê bi nav û deng Seîd Yûsûf ku duh li Stenbolê nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest dabû, berdewam dikin. Yûsûf, ji ber şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji neçarî terka xaka xwe kiribû û hatibû li Stenbolê bi cih bûbû. Yûsûf, li vir bi nexweşiya pençeşêrê ketibû û tedawî didît. Yûsûf, di meha kanûna 2019'an de emeliyata bawesîrê bûbû û piştî hefteyekê li malê enfeksiyon girtibû û ew rakiribûn beşa lezgîn. Di encam tedawiya 67 rojan de nexweşîna Yûsûf baş nebûbû û duh jiyana xwe ji dest dabû. Zavayê Yûsûf Îdrîs Înan, diyar kir ku dê cenazeyê Yûsûf destpêkê bibin Hewlerê û ji vir jî bibin bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. 
 
'JI BO WELATEK AZAD MUZÎK ÇÊDIKIR'
 
Zavayekî din Yûsûf Esad Daş jî diyar kir ku di pêvajoya tedawiyê de li cem Yûsûf bûye û di demên dawîn de timik fikarên xwe yên têkildarî muzîka kurdî aniye ziman. Esad Daş, bi bîr xist ku kedeke mezin a Yûsûf ji bo muzîka kurdî heye û wiha got: "Ji bo welatekî azad mûzîk çêdikir. Li gel keda xwe ya 50 salan ji ber lê xwedîderneketinê bi gazinc bû. Di demên dawîn de dixwest ku li muzîk û têkoşîna kurdî xwedî bê derketin. Em ê sibê ji nexweşxaneyê derxin û bibin Qamişloyê. Ji bo vê yekê wesiyeta wî jî hebû. Dixwest li xaka Kurdistanê bê veşartin. Ji bo destûr û belgenameyên fermî em bi rayedaran re di nav têkiliyê de ne. Em li benda wan in."
 
'HUNERMENDÊ HEMÛ KURDAN BÛ'
 
Yemlîxan Guzel ku bi salane Yûsuûf nas dike û timik li nexweşxaneyê serdana wî kiriye û muzîk û hunera wî şopandiye jî ev tişt anî ziman: "Li ser muzîk û hunera kurdî kedeke wî ya mezin heye. Timik ji bo muzîk û zimanê kurdî dixebitî. Di vê mijarê de gelek berhemên wî hene. Yûsûf timik digot ku xeyalên wî nîvco mane. Timik digot ku xeyal dike li Kurdistaneke azad bijî. Neyekbûna kurdan êş dida wî. Xwe hunermendê tevahiya kurdan didît."