‘Xizir, daxilî qadên jiyanê hemûyan bûye'

img

DERSIM - Pîrên elewiyan ji bo meha Xizirê diyar kirin ku Xizir di warê bawerî, çand û civakiyî de daxilî qadên jiyanê hemyan bûye. 

Li Dersimê, meha Xizirê bi rojî û rîtuelên baweriyî didome. Di meha Xizirê de loqme tên belavkirin, serdana ziyaret û tirbeyan tê kirin. Her wiha di vê mehê de cem tê kirin û rojiya Xizirê tê girtin. Piranî di dawiya meha Sibatê de rojên sêşem, çarşem û pêncşemê tê girtin. pîrê Ocaxa Pîrî Sevdînê Alî Dogan û ji Ocaxa Dervîş Cemal Menşûre Dogan bal kişandin ser girîngiya Xizir û rojî û rîtuelên meha Xizirê. 
 
‘RÊYA HEQ' 
 
Pîr Alî Dogan, anî ziman ku Xizir di warê bawerî, çandî û civakiyî de daxilî qadên jiyanê hemûyan bûye. Dogab, diyar kir ku Xizir ji bo wan nirxekî mezin e û gava îbadetê dikin Xizir bibîr tînin. Dogan, diyar kir ku hê jî ev çand heye û got: "Jin bi tepsiyan loqmeyan belav dikin. Li kuçe û kolanan em leqayî mirovan tên, dibêjin rojiya Xizirê girtine. Ev yek bi sedan sal e heye. Nexasim jî erdnîgariya 'rêya heq' û ewladên wê, vê rêyê û vê çandê didomînin. Bav û kalên me bi vî awayî xwe îfade dikin. Heger hûn rabin ji mirovên 50-60 salî bipirsin, ne tenê li Dersim li Erzingan, Erzirom, Sêwaz, Mereş, Dîlokê hema bêje gelek kesan ji bo Xizir tiştek kiriye. Çendî ku dûrketina ji vê qadê çê bibe jî, lê hê jî çanda Xizirê didome."
 
‘LI HER DERÎ NÎŞANGEHA XIZIR' 
 
Dogan, destnîşan kir ku mezinên wan ji bo erdnîgariya wan dibêjin, "warê qencan, warê Xizir, keleha ocaxan." Dogan, anî ziman ku ew bi awayî pîroz nêzî kevir, ax, av û çiyê dibin û got: "Mezinên me ji çemê mezin, Mûnzûrê, re gotine Çemê Xizir. Ji bo bereketa wê zêde bibe pê sond xwarine û duwa kirine. Ji çiyayên herî bilind, ji çiyayên Mûnzûrê, re gotine 'Çiyayê Xizir'. Berê xwe dane wî û dua kirine. Niha jî hûn diçin ku biçin nîşangehên Xizir hene. Li cem me nêçîrvanî qedexe ye. Ên ku giyanewerekê bikujin nikarin biçin cemxaneyê. Pezkoviyên li vira wekî hewayên Xizir tên binavkirin. der barê Xizir de gelek rîwayet û çîrok hene. Li cem me Xizir li her derî ye. Wekî kesekî ku rê diguherîne tê zanîn."
 
‘LOQME LI GOR PÊDIVIYÊ TÊN PARKIRIN' 
 
Menşûre Dogan jî anî ziman ku di hemû qeda û belayan de Xizir tê bîra wan û got: "Pîra min bang li gerdûnê dike. Gav dike bi 366 navên Xizir bang dike. Her kes bang li ziyareta li gundê xwe dike û dua dike. Her kes gazî Xizir dike, li her civakê heye. Gava kesek ji bo Mûnzûr û Duzgun Baba dua dike, dixwaze çiyê bibîne. Li bajaran, li avahiyên betonî tu li bendê yî ku roj hilê, ji bo tu destên xwe vekî. Gav em nebînin, dîsa jî em Xizir îhmal nakin. Di hema Xizirê de cînarn pîra min hemû loqmeyên xwe belav dikin. Hefteyek beriya wê li gor pêdiviyên kesan amadekrî tên kirin û tên parkirin. Em vê yekê herî zêde di meha Xizirê de dikin." 
 
‘3 ROJAN ROJÎ DIGIRIN' 
 
Dogan, diyar kir ku di meha Xizirê de tu kes detvala ji malê nayê şandin û got: "Çimkî belkî Xizir ketibe şiklê wî. Kîjan feqîr li deriyê te bixe û tiştekî bixwaze divê tu baş wî/ê pêşwazî bikî. Loqmeyeke be jî divê tu bidî. Xizir, di ser pêxember û dînan re ye. Çimkî îman, dîn ji ber hezkirina me ya ji bo Xwedê di dilê mirov de ye. Meha Xizirê ji roja sêşemê dest pê dike. Li gor şert û mercên avhewayê li gor herêman diguhere. Bi taybetî roja pêncşemê cem tê kirin. Li herêma Dersimê 3 rojan rojî tê girtin. Li hin deveran 5 roj e." 
 
MA / Ayşe Surme