Hunermend Aslan: Serê muzîka me di belayê de ye

img

AMED – Hunermend Mîkaîl Aslan, destnîşan kir ku muzîka kurdî ku li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê têdikoşe, di heman wextê de ji ber sektora zewqî jî serê wê di belayê de ye û got, piştgiriya hunermendên muzîka kurdî pêş ve dixin nayê kirin. 

Hunermend Mîkaîl Aslan, destnîşan kir ku muzîka kurdî jî li dijî polîtîkayêna sîmalsiyonê têdikoşe, bi qedexeyan re rû bi rû dimîne û got, di heman wextê de ji ber sektora zewqî jî serê wê di belayê de ye û piştgiriya hunermendên muzîka kurdî pêş ve dixin nayê kirin. 
 
Aslan, anî ziman ku stran û newayên kurdî ji çand û kelepûreke qedîm tên, lê belê di salên dawî de muzîka kurdî ber bi hêleke din ve diçe. Aslan, got: "Kelepûreke muzîkê bi kokên xwe, bi nasnameya xwe heye. Di salên dawî de muzîka kurdî ber bi du hêlan ve çûye. Li aliyekî xeteke ku ber bi muzîka zewqê û livbaziyî ve diçe heye. Li hêla din jî muzîkeke ku tu dibê qey polîtîk e lê nêzî arabeskê ye heye. Di gotinan de têmayeke siyasî heye, lê tarz û usûl dûrî muzîka gelêrî ye. Di salên dawî de her ku populerbûyîn zêde dibe, muzşka kurdî jî ji kokên xwe, ji kelepûra xwe dûr dikeve. Di vî warî de serê muzîka me di belayêd e ye. Lê belê ev rewşeke demkî ye. Muzîka kelepûrî û gelêrî pir bihêz e. Tu carî winda nabe. He rçend hunermendên me jî car carinan berbayî hewesa çapemeniyê bikevin jî, wê cewher derkeve holê û wê tim bihêz be". 
 
‘GAVA TU DIBÎ XWE ASTENGÎ DEST PÊ DIKE' 
 
Aslan, her wiha bal kişand ser lidarxistina konseran û şert û mercên wan î zehmet. Aslan, got: "Ji bo huner xwe îfade bike, ji bo xwe bigihîne civakê astengiyên mezin li ber wê û hunermend hene. Li devereke ku meseleyên civakiyî nayên çareserkirin dene mimkune ku huner jî bi awayekî azad xwe bîne ziman. Lê qadên hunerê çi qasî bêna stengkirin jî divê em qadên alternatîf biafirînin. Di vî warî de pirsgirêkên me hene. Eywan bi dest me nakevin. Em serlêdanê dikin, lê nadin. Nexasim jî li herêmê li hemberş hunermendên muxalif astengiyek heye. Heta du sal berê jî me nikaribû li Xarpêt û Çewligê konseran li dar bixe. Walîtiyê asteng dikir. Îsal jî destûr nedan hin serlêdanên me". 
 
Arslan, anî ziman ku gava tu dibî xwe astengî dest pê dikin û got: "Lê ligel van astengiyan jî em bi israr serlêdanên xwe yên ji bo konseran dikin û em ê bikin jî. Li hemberî me hêzeke wisa heye ku dixwaze bêhnê li me biçikîne û qadên me berteng bike". 
 
Aslan, herî dawî destnîşan kir ku ji bo huner karibe xwe îcra bike divê piştgiriya ji bo hunemrend hebe û got: "Carinan hunermend pir tên rexnekirin. Lê ê hunermendan jî jiyaneke wan, malbateke wan heye û ji bo karibe hilberîne pêdiviya wan bi aboriyê heye. Carinan em pir bi ser rewşenbîr, hunermendên xwe ve diçin û pir tiştan ji wan dixwazin. Wê hunermend çaw aalbûmên xwe çê bikin, wê çawa afirîner bin, wê çawa debara malbatên xwe bikin, wê aşê hunermend çawa bigere? Kêm kes li se rvan titan hûr dibe. Em piştgiriyê nadin hunermendên xwe yên rasteqîne. Bi salan e hin kes bi zimanê zikmakî muzîkê dikin. Li hêla din jî kesên kurd in lê muzîka wan bi tirkî ye hene. Lê gava kilameke bi kurdî dibêje destekeke mezin didin wan. Lê em radibin tim û tim ên bi salan e ên bi zimanê xwe yê zikmakî distrên rexne dikin. Em ji bo hunermendên xwe dilhişk in". 
 
MA / Lezgîn Akdenîz- Aydin Atay