Piştî 50 salan li Ziyareta Duzgun Baba cem hat kirin

img

DERSIM - Li Ziyareta Duzgun Baba ya li navçeya Qislê, ji ber şertên zivistanê piştî 50 salan Cema Xizir hat kirin. 

Li navçeya Qislê ya Dersimê, ji ber şertên zivistanê piştî 50 salan, li Ziyareta Duzgun Baba Cema Xizir hat kirin. Nûnerên saziyên elewiyan û ji gund û navçeyan gelek kes tevlî cemê bûn. Destpêkê bi diayên Pîr Zeynel Batar, find hatin vêxistin û paşê loqme li beşdaran hat belavkirin.