Wêjegeh Amed panela folklor û dengbêjiyê li dar xist

img

AMED – Wêjegeh Amed li ser folklora kurdî û çanda dengbêjiyê panelek li dar xist. Li ser berhevkirina folklor û dengbêjiyê axaftin hatin kirin. Dengbêjan jî kilam gotin.

 
Wêjegeh Amed ku di 7’ê Sibatê de li Amedê vebû rêzeçalakiyên wêjeyî û çandî li dar dixe. Li Wêjegehê li ser çanda dengbêjî û berhevkariya dengbêj û folklorê panelek hat lidarxistin. Panel bi beşdariya berhevkar Ehmed Dogrû û nivîskar Zeynep Yaş û dengbêj Brahîmê Pîrikî û Mihemedê Nenyasî hat lidarxistin. Gelek nivîskar û kes beşdarî gotûbêjê bûn.
 
Moderatoriyê Xelîl Semed kir û beşdarên panelê da nasîn.
 
Di destpêkê de dengbêj Brahîmê Pîrikî kilam got. Pişt re axaftvanên panele dest bi axaftina xwe kirin.
 
JI SALÊN 70’Î VE BERHEVKARIYÊ DIKE
 
Ewilî arşîvkar-berhevkar Ehmed Dogrû axivî û di destpêkê de serpêhatiya xebata xwe vegot û da zanîn ku wî bi wênekeşek ku bavê wî di salên 1970’î de ji eskeriyê aniye dest bi vê xebata berhekariyê kiriye û ev 30 sal in bênavber li ser xebatên dengbêjî û berhevkariya foklorê kar dike. Dogrû anî ziman ku wî li her deverê Bakurê Kurdistanê û li Başûrê Kurdistanê berhevkariyê kiriye û wî bênavber çand û wêjeya kurdî arşîv kiriye.
 
Pişt re jî dengbêj Mihemedê Nenyasî kilam got û dengê wî li eywanê olan da.
 
‘FOLKLOR Û DENGBÊJÎ HIŞÊ NETEWEYÎ YE’
 
Pişt re nivîskar-foklorîst Zeynep Yaş axivî û ewilî qala serpêhatiya xebatên foklora kurdî û rêbazên berhevkariyê kir. Yaş destnîşan kir ku foklor û çanda kurdî bîra kurdan û bingeha zindî hiştina zimanê kurdî ye. Yaş da zanîn ku heke ne ji xebatên folklor û dengbêjiyê bûya wê ziman û çanda kurdî biheliya û berhevkariya folklor û dengbêj û hunera kurdî nehiştiye bîra kurdan têk biçe. Yaş xebatên berhevkariya folklorê bi hiş û bingeha netewîperweriyê ve gire dide û xwedî derketina foklora kurdî xwedî derketina ziman, çand û neteweya kurdî ye. Yaş di berdewama axaftina xwe de behsa hûrguliyên folklora kurdî û dengbêjiyê kir.
 
Piştî axaftinan pirs û nirxandin hatin kirin. Panel bi kilamên dengbêjan bi dawî bû.