‘Tembûr êş û kêfxweşiya me tîne ziman’

img

MELETÎ – Tembûr hemû êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Bi taybetî ji bo elewiyan xwedî cihek girîng e. Hosteyê tembûran Dogan Koşan got ji bo ew vê çandê nede jibîrkirin têdikoşe. 

Yek ji amûrê ku carna tevlî şîn, şahî, xembînî û kêfxweşiya civakê dibe jî tembûr e. Tembûr êş, hezkirin û azarên civakê tîne ziman. Ev amûr bi taybetî di baweriya elewîtiyê de xwedî cihek girîng e. 
 
Li navçeya Battalgazî ya Meletiyê Dogan Koşan ê 20 sal in hostetiya tembûrê dike û got ew bi eşqek mezin vê pîşeya xwe dike. Koşan da zanîn ku ew êş, hezkirin, kêfxweşî û azarên civakê bi tembûrê tîne ziman û bi taybetî ji bo herêma wan tembûr xwedî girîngiyek mezin e. 
 
Koşan diyar kir ku wî bi lêdana tembûrê dest bi hostetiyê kiriye û got: “Ev parçeyek çanda me ye. Bi salane vê çandê me heta îro aniye. Ji bo vê divê em xwedî derkevin.” 
 
Koşan destnîşan kir ku piştî teknolojî li pêş ketiye û bi çêkirina fabrîkasyonê re qalîteya karê wan ketiye û tembûrvanî karek dildarî ye û divê ji nava dilê  însan were hem lê bide û hem jî çê bike.