Albûma duyem a hunermend Agît Işik derket

img

AMED - Hunermend Agît Işik piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Lorîna Sibê”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Hez” li pêşberî mûzîkhezan e. 

Hunermend Agît Işik piştî albûma xwe ya yekem a bi navê “Lorîna Sibê”, niha jî bi albûma xwe ya duyem “Hez” li pêşberî mûzîkhezan e. Repertuara albûma “Hez” ji 8 stranan pêk tê, zêdeyî cîh ji besteyan re vekirîye û aranjoriya albumê jî Erdem Altinses kiriye. 
 
Gotinên çar ji wan yên Işik in, sisê jî ji hevalên xwe yên mûzîkjen Dr. Ahmet Kaya, Mirady û Fîkrî Kutlay stendine, stranek jî ya gelêrî ya bi zaravayê Soranî ye.
 
Taybetmendîya herî girîng a albuma ‘Hez’ê ew e ku gotinên du stranan ji helbestên şairên gewre Arjen Arî û Berken Bereh hatine wergirtin.
 
Agît ji alîyê şêwaza mûzîkê ve ceribandinên xwe didomîne. Bingeha stranan bi gelemperî bi awayekî rojavayî hatiye honandin, lê hema bêje di her stranê de motîfek û referansek (çi aliyê enstrumanan û çi jî ji aliyê bikaranîna dengî ve) rojhilatî û herêmî heye.
 
‘HUNER RÊWÎTIYEK E’ 
 
Agît Işik dibêje "Hûner bi xwe rêwîtîyek e û di vê rêwîtiyê de tu rastî çi dîmenî bê, bixwazî nexwazî wê tevlî hûnera te bibe" û dixwaze wan dîmenan nîşanî me bide.
 
AGÎT IŞIK KÎ YE?
 
Hunermend Agit Işik ji bajarê Êlihê ye û ligel du albûman heya niha di hîn projeyên wek "Stranên Fîkrî Kutlay", "PEŞK (Ji bo bîranîna helbestvan Bro Omerî)" û bi du sîngleyan cî girtiye. Işik yek ji wan mamosteyan bû ku di sala 2016’an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat îxrackirin.