Nîşandana ewil a belgefîlma ‘Siya Avê’ di 16’ê sibatê de ye

img

ÊLIH – Belgefîlma “Siya Avê” ya ku derhêneriya wê nûçegihanê me Metîn Yoksû kiriye û qala navçeya dîrokî Heskîfê di bin ava Bendava Ilisûyê de tê hiştin dike dê di 16’ê sibatê de yekem car were nîşandan. 

 
Belgefîlma “Siya Avê” ya ku Ajansa Mezopotamya çêkirina wê û derhêneriya wê nûçegihanê ajansa me Metîn Yoksû dike dê were nîşandan. Belgefîlma “Siya Avê” qala navçeya dîrokî ya Heskîfa Êlihê û armanca çêkirina Ilisûyê dike. Heskîf di bin ava Bendava Ilisûyê de tê hiştin. Belgefîlm dê di 16’ê sibatê de ewil li Êlihê were nîşandan. Di belgefîlmê de behsa gundên di bin avê de hatine hiştin, ava Çemê Dîcle û Heskîfê bi berfirehî tê kirin. Wê belgefîlm cara pêşî li Navenda Çandê ya Ahmet Guneştekîn a Şaredariya Êlihê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl bê pêşandan. 
 
Di belgefîlmê du jinên ji gundê Ewtê ya girêdayî navçeya Misirca Sêrtê ku gundê wan di bin avê de maye qala çîroka xwe û gundê xwe û bendavê dikin. 
 
Belgefîlm ji 25 deqîqeyan pêk tê û tê payîn piştî nîşandana ewil li gelek bajarên din jî were nîşandan.