Şanoya Kurdî li Enqereyê derdikeve ser dike

img
 ENQERÊ - Şa Performans bi lîstika "Ji Akademiyê Re Raporek" li Enyereyê derdikeve ser dikê. Damezrînerê Şa Performans Tuncay Ozel, anî ziman ku di her qada jiyanê de pêwistî bi zimanê Kurdî heye û banga tevlîbûna şano ya di 8'ê Sibatê de li Babylon a Kizilayê derkeve ser dikê kir. 
 
Şa Performans bi lîstika Kurdî ya "Ji Akademiyê Re Raporek" li Enqereyê derdikeve pêşberî şanohezan. Şa Performans çîroka Kafta ya bi navê "Ji Akademiyê Re Raporek" wergerî Kurdî kir û li ser dikê pêşkêşî şanohêzan dikin. Lîstik cara yekemîn li Îzmîr 4'e sibatê Navenda  Çanda Nazim Hikmet hat hemberî temaşavanan. Niha jî ji bo 8 sibatê xwe amede dikin ku li Enqereyê derkevin pêşberî hezyarên xwe. Amadekariya şano ya ji bo li Enqereyê bê pêşandan didome. Damezirîner şano û derhênerê lîstikê Tuncay Ozel, li ser navê "Şa Performans" û armanca wê axivî. Ozel diyer kir ku di kurdî de 'şîn' û 'şahî' hene û wiha got: "Peyva 'şîn' tê wateya rewşa ku mirov xemgîn dibe, "şahî' jî tê wateya keyfxweşî ye. Ji ber wê me hevoka 'şa' hilbijart." Ozel, destnîşan kir ku ne tenê di şanoyê de, di her qada jiyanê de pewistî bi kurdî heye û wiha got: "Li mal, dibistan, cihê xabatê, kolan û di şanoye de pêwistî bi kurdî heye. Xwezî komên ku şanoyê bi kurdî pêşkêş dikin zêdetir bûna. Xwezî fîlmên bi kurdî hêj zêdetir bûna. Armanc, em alîkariyê bidin şanoya Kurdî û di vê qadê de şano pêş bixin."  
 
Ozel, pirsa 'Şano polîtîk e?' bi pêşgotinê berhema Augusto Boal 'şanoya bindesta' bersiv da û û got: "Mirov bi hemû amûrê xwe polîtîkin û şano jî amûrek e. Yê ku şanoyê ji polîtîkayê cuda dikin, me dixapînin. Ew jî helwesteke polîtîk e."
 
Ozel, anî ziman ku cara yekemîn li Îzmîrê derketin pêşiya temaşevanên xwe û wiha berdewam kir. "Em pir biheyecan bûn. Temaşavanên me em bi tenê ne hiştin. Em banga tevlîbûna şanoya 8'ê Sibatê dikin ku Dika Bobylon a Kizilayê ya Enqereyê me tenê nehêlin. 
 
Ji bo lîstika Enqereyê onlayn bilêd: https://biletinial.com/tiyatro/akademi-icin-bir-rapor-bambu-tytr