Wêjegeh Amed vedibe

img

AMED - Berpirsiyarê Wêjegeh Amed" Lal Laleş, destnîşan kir ku ew li ser xeyala maleke ku dê her tiştên rojane tê de cih bigire, her tişt bê axaftin, fikr û raman bên parvekirin, gotin bi hev re bê hilberandin û li dor wêjeyê bên cem hev du ketine rê. 

Li Amedê, Wêjegeh Amed vedibe. Armanca Wêjegeh Amedê ew e ku her tiştên rojane tê de cih bigirin, her tişt bê axaftin, fikr û raman bên parvekirin, gotin bi hev re bê hilberandin û her kes li dor wêjeyê bê cem hev du. 
 
ZIMAN Û WÊJE
 
Berpirsiyarê Wêjegeh Amedê Lal Laleş, destnîşan kir ku wê roman, helbest, çîrok, hunerên din, rexne, tiştên der barê jiyana rojane de hemû bê nîqaşkirin û axaftin û got, ew ê bi çavê jinê, bi çavê zarokan û bi çavê xwezayê her tiştî nîqaş bikin. Laleş, anî ziman ku Wêjegeh Amed bi pêşengiya Weşanxaneya Lîsê hatiye avakirin û got, wê bibe cihwarê ku gotin meseleyeke wêjeyê ye. Her wiha Laleş, diyar kir ku ligel nîqaşkirina wêjeyê, wê Wêjegeh bibe cihwarê  ziman jî. 
 
KARGEHA WERGERÊ
 
Laleş, da zanîn ku wê li Wêjegehê kargeha wergerê jî hebe û got, ji bo vê kargehê ew ê gazî wergêran bikin ku werger tesîreke çawa li fikr, bikaranîna ziman û awayê hînbûna ziman dike. Her wiha Laleş, diyar kir ku di vî warî de bi qasî gotûbêj û nîqaşan, wê atolyeyên ji bo wergerê jî pêk bînin.
 
Laleş, destnîşan kir ku di bin sernavê ekokrîtîkê de wê li ser metnên derbarê xwezayê de jî hûr bibin û wê tevî komeke xwendinê bi awayekî rêk û pêk pirtûkan bixwînin û piştî xwendinê tevî mêvanên hatine ezimandin metnê nîqaş bikin. 
 
Her wiha Laleş, anî ziman ku di heman demê de Wêjegeh wê bibe cihê nivîskar û xwendevanên wan û ew ê hewl bidin ku nivîskar tim bên wêjegehê û ligel nivîskaran hin metanan bixwînin û nîqaş bikin. 
 
MA / Lezgîn Akdenîz