Hejmara 30'emîn a Demokratîk Moderniteyê derket

img

STENBOL - Hejmara 30'emîn a Kovara Bîrdozî û Ramanê Demokratîk Modernîte, bi sernavê "Sinc, Hiqûq û Kurd" derket. 

Hejmara nû ya Kovara Bîrdozî û Ramanê Demokratîk Modernîte ku ji 3 mehan carekê dertê, derket. Hejmara 30'emîn ku mehên Çile, Sibat û Adarê dihewîne nav xwe, bi sernavê "Sinc, Hiqûq û Kurd" li refên pirtûkfiroşan cihê xwe girt. Di hejmarê de 17 kesan li ser mijarên têkildarî kurdan bi awayekî berfireh nivîs nivîsandine. 
 
'ÇAVAKANIYA PIRSGIRÊKAN TEKPERESTÎ YE' 
 
Nivîsa danasînê ya ku ji aliyê edîtorên kovarê ve hatiye parvekirin de ev tişt hatiye nivîsandin: "Li bakurê Kurdistanê, komkujiyan di sala 1921'an de bi Koçgiriye dest pê kir û di sala 1938'an de bi talankirina Dersimê gihîşt asta qirkirinê. Piştre jî pişaftina çandî li her dera jiyanê hat pêkanîn.  Êrîşên li dijî sinc û çanda civaka kurd hatîn zêdekirin û bi bernameyên nîjadî yên bi olî, siyaseta 'tirkbûnê' , 'erebbûnê' û 'farisbûnê' hatin sepandin. Bi vê siyasetê bi milyonan kurd, kirin tirk, ereb û faris û anîne wê rewşê ku ji nirxên xwe yên çandî şerm dike. Bê guman derbaskirina netew-dewletê tê wateya derbaskirina netewa tek reng jî. Mijara hiqûqî ya ku nîjad û netewek esas digire, ne tenê înşakirina dewletê ya wê bîjad û neteweyê ye. Di bingeha hemû pirsgirêkan de tekperestî heye. Halbûkî paradîgmeya neteweya demokratîk cûdabûnan pênase nake, wan weke dewlemendî dibîne. Di nav piraniyê de jiyana bi hev re esas digire û li gorî vê yekê Destûreke Bingehîn armanc dike."