Dexîl Garo: Helbest eynika mirov e

img

ŞENGAL - Helbestvanê navdar Dexîl Garo li ser wate û girîngiya wêje û helbestê diyar kir ku pêwiste helbest, hemû rengê jiyanê; xweşî û nexweşiyên wê bi hêmayên wêjeyî bihûne û got: "Divê helbestvan tevna helbestê wisa bihone ku civak, ango xwendevan xwe di wê berhemê de bibîne. Li gorî min helbest weke eynika mirove. Ew eynik derewan nake. Êş û jana, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve." 

Helbestvan Dexîl Garo, li ser wate û girîngiya helbestê li Radyoya Dengê Çira Şingalê pirsên Nesrîn Şengalî bersivand. Garo anî ziman ku ew ji sîbe Şêx Xidir e û wiha got: "Min sala 2007 an dest bi nivîsandina helbestan kir. Min helbesta xwe ya yekem jî wê demê nivîsî û got. Garo, da zanîn ku helbest di bedena mirov de weke can û giyan e û wiha axivî: "Gava mirov ji hinek tiştan îlham digre dikare wan gotinên ji hindirê xwe derxîne. Ne tenê wek helbest jî; dikare bi rêya şano, muzîk, stran û hwd jî vê pêk bîne bike. Ez ji hemû karê hunerî hez dikim lê herî zêde jî ji helbestê hez dikim. Li gora min ti kes nikare hezkirinê bînê ziman. Ji ber ku hezkirin bi xwe tiştekî bê sînor e. Ez jî nizanim çawa şîrove bikim, ji ber ku helbest wekî parçeyek ji xwe dibînim û pê ve gelekî girêdayîme.
 
HELBEST EYNIKA MIROV E
 
Dexîl Garo, pirsa 'gelo şexs helbestê dinivîse, yan helbest şexs dinivîse?' ji xwe kir û wiha berisvand: "Helbest parçeyek ji wêjeyê ya her miletî ye. Çandîn helbestvan, nivîskaran, helbest nivîsîne. Her yek bi şêweyekê ye. Li gor min weke eynika mirov e. Lewre ew eynik derewan nake; êş û jan, keyfxweşî û nexweşiya civakê derdixe derve. Hinek cih hene bi wejeya xwe, hinek jî bi çanda xwe tên nasîn. Her yêk ji wan bi rengekî dîtir tên nasîn. Helbest jî dikare bibe nasnameyek, dikarê bibê berfirhebûneke fikrî. Helbest gava ku bê nivîsandin, eger mirov di warê mejî, ruh de xwe ava nekiribe, nikare bibe xwediyê afirîneriya helbestê. Wê demê ew helbest jî wê qels be û ti wateya xwe jî nebe. Di zarokatiya xwe de min gelek ji stran gotinê hez dikir. Dayik û bavê min jî dixwestin ez stranan bêjim da ku ez kêfxweş bibim. Lewma ez kurê malê yê tenê bûm. Ji ber wê jî ez bi delalî hatim mezinkirin. Lê belê min dît ku dengê min ji bo stran gotinê nabe. Min jî tenê carnan ji xwe re bêyî hevalan li nava malê distiriyam. Lê min hez ji wêjeyê dikir. Min xwe ji hunerê qut nekir. Helbesta min a yekem li ser êvarek ku berf dibarî bû. Min, dema nivîsandî, behsa hezkirana ji êvarekî ku berf dibarî û zarok jî pê dilîstin dikir. Ango sala 2007’an bû min helbesta xwe ya yekemîn nivîsî." 
 
DIVÊ HELBEST BIBE ÇIRA RONAHIYA CIVAKÊ 
 
Garo, diyar kir ku roj bi roj rewş têne guhartin û her carê helbestvan dibe tiştek û wiha axivî: "Di hinek wextan de helbestvan pesnê hinek axayan daye, yan jî behsa jinê kirine, lê ne bi rengekî pîroz. Ez dixwazim bêjim ku dema li ser jinê dinivîsandin rastiya heyî bi rengekî raste rast dernedixistin holê. Dikarî li ser yara xwe beje, lê şerm dikir li ser dayîka xwe bêjê. Lê belê helbest û helbestvan jî têne guhartin. Dema niha dinivîsin, gelek jê li ser mirovahiyê ye, helbestvanên niha li ser olan jî nabêjin, li ser mirovahiyê dibêjen da ku bikarin mirovahiyê û mirov ava bikin. Ya girîng ew e ku ev ruh li gel helbestvan hebe . Çanda her civakekê bi rengekî cuda ye. Helbestvanên wê civakê jî li gorî wê çanda wê diçin. Heger di nava civakê de her tim kêfxweşî hebûya tenê pêwîstiya civakê bi helbest nedibû. Nexasim helbestvan û hunermend divê xwe di nava civaka xwe de bibînin. Ji ber ku ew kesên ku zêdetir bala xwe divê bidin civakê û hemû bûyerên di nava wê civakê de diqewimin bişopînin û li gorî wê tevbigerin. Divê helbestvan ji bo civaka xwe bibe çirayeke ronahiyê. Dema helbesta kilasîkî tê gotin, nayê wateya ku ji kevintiyê mirov tê. Helbesta klasîk mirov ji ber ku rûmet dide dinivîse. Niha herî zêde helbest bi terzê sûryalî têne nivîsandin. Lê belê min bi xwe bi wê şêwazê nenivîsandiye. Ji ber ku heta niha derfetê min çênebûye. Ez nakevim bin bandora ku bê gotin, ‘ev helbest xweş e, na ya din xweştire, yê filan kesî xweştirin’ hwd. Helbestên ez dinivîsim zêdetir helbestên azad in û ez heya niha zêdetir bi wî awayî dinivîsim. Ez her car ne tinê bi terzekê dinivîsim. Carina helbestên min dirêj dibin, carina jî gelek kûrt dinivîsim. Ji xwe helbest jî her carê tê guhartin; li gora demê carna jî helbestên klasik dinivîsim." 
 
HELBESTÊN MIN ÊN BERIYA 3'Ê TEBAXA 2014'AN MAN DI BIN XIRBEYAN DE 
 
Garo, anî ziman ku beriya fermana 3'ê Tabaxa 2014'an haziriya ji bo pirtûkekê dikir û wiha got: "Helbestên ku min wê deme nivîsandîbû têra derxistina pirtûkê dikir. Lê dema fermana 3ê Tebaxa 2014'an ew helbestên min jî man, hemû di bin wan xirban de man. Min piştî fermanê jî gelek helbest nivîsandine û ez dîsa hazirtiya derxistina pirtûkê dikim. Lê belê ez her tim jî nanivîsim. Carna heyîvek jî diçe ku min tiştek nenivîsandiye. Lê carna jî dema hestên min derdikevin pêş, îlham digirim vê carê pênûsa min jî nasekine. Wê demê dinivîsim û gelek caran di mejiyê min de jî helbest çêdibe lê hîn min nenivîsandiye û derbasî rûpelan nekiriye." 
 
DIVÊ HELBESTVAN HIŞÊ CIVAKÊ HIŞYAR BIKE
 
Dexil Garo, da zanîn ku her helbest her tim nayê gûhdarkirin û wiha dirêj kir: "Hinek helbest hene ku her tim wextê wan heye û her dem xweş in. Weke qehweyekê ne ku her tim hêlma germ jê radibe û mirov dixwaze her dem guhdar bike. Heger helbestvan rêyekî din di mejiyê mirovan de veneke ti wateya wê jî nîne. Heger mirov xwe di warê helbestê de ava neke nikare helbestê jî binivîse. Heger mirov her roj helbestan guhdar bike wekî filmekî ku mirov rojekê tenê lê binêre û biqedi diçe ew helbest û encam nagire. Divê helbestvan mejiyê civakê berfireh bike, şiyar bike, zindî bike, daku civak bizane dagirkerî çiye, ol çiye, welat çiye, ax çiye, mûzîk çiye. Van hemû rastiyên heyî divê li civakê bide naskirin. Heger helbestvan bi vî rengî tevbigere û li gora rastiya civakê pêde biçe dikare bi helbestên xwe bandorê hem li ser şexs hem jî li ser civakê jî çêbike." 
 
HELBEST DI CIHÊ XWE DE XWEŞ E 
 
Garo, daxuyand ku gelek helbest û helbestvan hene, lê her helbestek di cihê xwe de baş e, xweş e û wiha bi dawî kir: "Weke mînak, heger em kevirekê ji deştê bibin deynin zozanan yê nexweş be. Dibe ne cih û demê wê be. Niha her helbestvanek bi rengekê dibêje. Weke mînak, demê Hekîm Sefqan helbesta xwe li ser dayîk, xwişk û welat dibêjê ez nikarim ji wî bêtir behsa van bikim. Dema Ferhadê Merdê di helbestên xwe de dibêje "korikû", ez nikarim ji wî bêtir behsa êş û jana miletan û bindestiyê bikim. Cegerxwîn dibêje "Şam şekir e û welat şêrîntir e. Car din Hecî Qîranî ji dilê xwe behsa Ezîdxanê dike, Xidir Şaqûlî ji dilê xwe behsa hezkirinê dike û her wiha, ez gelek ji wan hez dikim. Ez ji her helbesteke ku xweş hatiye nivîsandin hez dikim. Tişta ku herî zêde civaka me êşandiye, keç û jinên ku di fermana 3'ê Tebaxa 2014'an de ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatine ravendine. Heta niha tinê yêk an jî du helbest hene, lê ewqas jî ne xwedî bandor bûne. Hêjan li ser wan keç û jinên ketine destê DAÎŞ'êhelbestek bi bandor nehatine nivîsîn. Heta filmek an jî tiştekî din ê bi bandor nehatiye pêşxistin. Dibe xwedî lê derketin hebe lê ev yêk têr nake. Ez bi xwe jî di vê mijarê de kêm dibînim, ez jî gelek kêm mame. Ji êşa ku niha mirov dikişîne gelekî kêm û qelstir e. Niha divê helbestvan ji her demî zêdetir li beramberî van bûyerên rojane diqewimin û berxwedaniya ku tê dayîn xwe berpirsiyar bibîne û êşa ku em civaka Êzîdî dikşînin wek helbestvan û hunermend jî bibin xwedî rol. Ev yêk girîng e û watedar e. Divê em li çanda xwe, li gelê xwe û zimanê xwe xwedî derbikevin."