Beyter: Divê xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî li her malê bên kirin

img

COLEMÊRG - Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê ya bi KHK'ê hat girtin Naîf Beyter, anî ziman ku divê xebatên Tora Ziman û Çand Kurdî berbelav bibin û li her malê bên kirin û got: "Ji destê me çi bê em amade ne". 

Rêvebirê Şaxa KURDÎ-DER a Colemêrgê ya bi KHK'ê hat girtin Naîf Beyter, xebatên Tora Ziman û Çanda Kurdî nirxandin. 
 
Beyter, bibîr xist ku kurd, bi polîtîkayên asîmlasiyonê yên dorfireh û kûr re rû bi rû ye û got, ji bo pêşîgirtina van polîtîkayan xebateke bi vî rengî şert e û got: "Pirgsirêka mezin a li ber kurdî polîtîkayên asîmlasiyonê ne. Her wiha em jî dibin perçeyeke otoasîmlasiyonê. Pêvajoya Rewşa Awarte zireke mezin daye ziman û çanda kurdî". 
 
‘DIVÊ XEBAT BERBELAV BIBIN' 
 
Beyter, bal kişand ser girîngiya xebatên tên kirin û got, divê ev xebat li tevahiya herêmê ebrbelav bibin. Beyter, got: "Divê ev xebat li tevahiya herêmê belav bibin. Çimkî berê me di bin navê KURDÎ-DER'ê de xebatine baş kirin û ji bo kurdî li malan û kargehan bê bikaranîn û ji bo bibe zimanê kuçeyê me hin xebat kirin. Her wiha gelek kesên bi kurdî nizanibûn bi saya KURDÎ-DER'ê hîn bûn. Loma divê xebatên Tora Çand û Zimanê kurdî li malan jî belav bibin. Çimkî xebatên me yê berê ev tişt nîşanî me da. Gava tu zimanê zikmakî baş hînî zarokekî bikî, ev yek di pêşerjê de di jiyana wî d exwe dide der. Di navbera kesên bi zimanê xwe yê zikmakî dizanin û yên nizanin de ji vir û çiayekî ferq heye. Zarokên bi zimanê zikmakî dizanin serkeftîtir in û xwebaweriya wan zêde ye. Her wiha kesê baş bi zimanê xwe yê zikmakî zanibe, zimanên biyanî jî bi rihetî hîn dibe". 
 
'JI BO PIŞTGIRIYÊ EM AMADE NE' 
 
Beyter, destnîşan kir ku ji bo xebat baş bên birêvebirin û dorfireh bibin ji destê kê çi tê divê bike û got: "Ji bo vê çi ji destê me bê em amade ne bikin. Em di wê bîr û baweriyê de ne ku ji bo parastina çanda kurdî divê tor li herêma Colemêrgê ji bo dengbêjî bigihê nifşên nû û ji bo çanda cil û bergan jî hin xebatan bike. Wê xebateke bi vî rengî nehêle ku gelê me ji çanda xwe dûr bikeve û wê ji bo nifşên nû bibe derfetek". 
 
MA / Hamza Gunduz