'Em dikarin bi kilameke kurdî tenê jî ji qirkirina çandî rizgar bibin'

img

EDENE - Koordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar, got: "Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi ruhekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin". 

 
Çend roj berê Akademiya Ma Musîcê, ji bo zarokan ji Amedê çû Edeneyê û atolyeyek li dar xist. Koordînatorê akademiyê Şêrko Kanîwar, diyar kir ku ew li Konservatûrava Aram Tîgran dixebitîn lê belê piştî qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin konservatûvr hatiye girtin. Kanîwar, diyar kir ku ji bo 400 şagirtên konservatûvarê medxûr nebin wan bi dirûşmeya "Li her derê muzîk ji bo her kesî muzîk" Akademiya Ma Musîcê ava kirine. 
 
Kanîwar, destnîşan kir ku bi taybetî îqtîdar saziyên çand û zimanê kurdî hedef digire û got: "Lê em soz didin zarokên vê xakê. Em ê tu carî zarokan bêmuzîk nehêlin". Kanîwar, da zanîn ku di 3 salan de nêzî 3 hezar kesî serî li wan daye û heta niha 700 şagirtên wan hene. Kanîwar, got: "Ji 1 saliyê heya 60 saliyê mirov li akademiyê hene. Her wiha li akademiya zarokan 140 şagirt hene. Li akademiya mezinan 12 şagirt hene. Her wiha Ma Musîcê îsal Akademiya Dengbêj û Stranbêjan vekir. Heya niha 20 şagirtên wê hene". 
 
LI HER DERÎ XWEDIGIHÎNIN ZAROKAN 
 
Kanîwar, diyar kir ku li Edene û Mêrsînê jî bi dirûşmeya "muzîk tenê ne ya çîneke bijartî ye, tenê ne ya kesên rewşa wan a aborî baş e an jî li taxên wan navendên çand û hunerê hene" tev digerin û got: "Em hewl didin di hemû qadên hunerê de bixebitin. Lewma em 34 perwerdekarên Ma Musîcê li gor derfetên xwe û qeweta xwe hewl didin xwe bigihînin zarokên Kurdistanê û zarokên kurdan ên li metrepolên Tirkiyeyê". Kanîwar, anî ziman ku ewilî bi Mîhrîcana Zarokan a Sûrê dest bi xebateke bi vî rengî kirine û paşê li gundên Sûrê, li Stewrê, Farqîn û Silopiyayê û li gundan xwe gihandine bi hezaran zarokên kurdan. 
 
EM NE BÊALTERNATÎF IN 
 
Kanîwar, diyar kir ku li metrepolan jî gelek hunermendên kurd xebatên bi vî rengî dimeşînin û ew jî destekê didin wan û got: "Em dixwazin perwerdehiyeke baş a bi kurdî bigihînin zarokên vî welatî. Niha şerek heye û dibe ku derfetên saziyan tune bin û mekanên wan tunebin. Lê belê kurd di warê perwerdehî û zarokên ku kurd jî ne bêalternatîîf in. Dirûşmeyeke me ya din jî ev e; 'hûn ne bêalternatîf in'. Em Ma Musîc hewl didin xwe bighînin tevahiya welat û derveyî welat. Em ê tim hewl bidin ku xwe bigihînin zarokên her çar perçeyên Kurdistanê". 
 
ZIMANÊ ZIKMAKΠ
 
Her wiha Kanîwar, bal kişand ser avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî jî û bang li tevahiya kurdan kir ku divê sala 2020'an bibe sala seferberiya ji bo kurdî. Kanîwar, anî ziman ku li Edeneyê tevî 32 zarokan dixebitin lê belê gelek jê bi kurdî nizanin û got: "Navê wan bi kurdî ye lê mixabin ew bi xwe bi kurdî nizanin. Berê rast e, zext û zoriyên asîmlasiyonê li ser çanda kurdî hene; hîn jî didomin. Hîn jî navên kurdî tên qedexekirin. Hîn jî tabelayên parkan ên bi kurdî tên daixstin. Hîn jî peykerên nivîskarên kurd tên daxistin û nav tên guherandin. Ligel vê li her malê jî otoasîmîlasyon heye. Em bang li malbatan dikin ku ji kerema xwe bi kurdî bi zarokên xwe re baixivin. Ancax em bi vî awayî dikarin pêşî lia sîmlasiyonê bigirin. Her wiha em dîsa gazî malbatan hemûyan dikin ku zarokên xwe bi stranên kurdî, bi klasîkên kurdî, bi dengê Eyşe Şan, Meryemxan, Aram Tîgran, Hozan Serhed, Mihemed Şêxo, Mihemed Arifê Cizrawî, şeroyê Biro, Şakiro mezin bikin. Wekî pêşiyên me jî gotine, ‘Her giya li ser koka şîn dibe'. Heger em zarokê xwe bi kilameke kurdî û bi ruhekî wiha perwerde bikin û stranên xwe ji wan re bêjin, em ê karibin vê civakê ji qirkirina çandî rizgar bikin".
 
MA / Hamdûllah Kesen