Ji bo mexdûrên erdhejê stranan dibêjin

img
WAN – Endamên Dengê Meyman ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Xarpêtê li kuçeyên Wanê stranan dibêjin. 
 
Muzîkjenên Kargeha Dengê Meyman ên li Wanê ji bo hunera alternatîf hatine gel hev ji bo piştevaniya mexdûrên erdheja Xarpêtê li kuçeyan amûrên muzîkê lê didin û stranan dibêjin. 
 
Muzîkjen bi amûrên xwe muzîkê çûn Kuçeya Hunerê ya Wanê û stran gotin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî muzîkjenan da. Dê heta êvarê stranan bêjin û dê bi pereyên kom bikin ji mexdûrên erdhejê re kelûpelan bikirin. Wê muzîkjen tiştên bikirin bidin Baroya Wanê û ew tevlî alîkariya xwe bibin Xarpêtê.