Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê kargeha rîtimê li dar xist

img

EDENE – Akademiya Ma Musîcê li Edeneyê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her deverê muzîk” kargeha rîtimê ya zarokan li dar xist. 

Akademiya Ma Musîcê ya li Amedê xebatên xwe yên hunerî birêve dibe, li Edeneyê bi dirûşma “Ji bo her kesî muzîk, li her deverê muzîk” kargeha rîtimê ya zarokan li dar xist. Kargeh li DEM Muzîkê pêk hat û ji Edene û Osmaniyeyê gelek zarok beşdarî kargehê bûn. Kordînatorê Akademiya Ma Musîcê Şêrko Kanîwar ê li kargehê dersa rîtimê da zarokan behsa xebatên akademiyê kir. 
 
ZAROK DILŞAH BÛN 
 
Li kargehê ruyê zarokan hatin boyaxkirin û zarokan hemû bi hev re tabloyek boyaxkirin û û wêne xêz kirin. Mamosteyan dersên wek darama kurdî, darbuka û amûrên muzîkê dan zarokan. Zarok bi kêfa dilê xwe leyîstin û ji ber ku bi zimanê dayikê perwerdehî dîtin ji ser rûyê wan jî kêfxweşî kêm nebû. 
 
‘EM DIXWAZIN ZAROKAN BI ÇAND Û ZIMANÊ WAN MEZIN BIKIN’ 
 
Ji perwerdekara Akademiyê Evîn Dulek got wan bi vê dirûşmê li gelek deverên din jî kargehan li dar xistine û ev demek dirêje vê kargeha li Edeneyê xistine bernameya xwe û niha pêk hatiye. Dulek got ew îro li Edeneyê ne dê sibê jî li Mêrsînê bi zarokan re bên gel hev û her roja ku diçe hejmara zarokên tên kargehên wan zêde dibin. Dulek da zanîn ku armanca wan  ew e ku hin bêtir bigihîjin zarokan û zarokan bi çand û zimanê wan mezin bikin. Dulek vê xebatê pêşniyarî malbatan kir û xwest malbat zarokên xwe beşdarî xebatên wiha bikin.