Nivîskar Îşler: Bişavtin ketiye nav mala me

img

WAN - Beşdarê Tora Ziman û Çanda Kurdî Nivîskar Îkram Îşler, destnîşan kir ku polîtîkayên bişavtinê ketine nav mala kurdan û got, gere kurd dest bi pêvajoyeke xwebikeyskirinê bikin. 

Beşdarê Tora Ziman û Çanda Kurdî Nivîskar Îkram Îşler, nîqaşên derbarên ziman û xebatên ku dê di bin banê torê de bên kirin nirxandin. 
 
Îşler, diyar kir ku di civîna li Amedê de 12 mase hatibûn danîn û di van 12 maseyan de hema bêje pirsgirêkên kurdan tev hatin nîqaşkirin û got: "Pêdivî bi van xebatan hebû. Çimkî bişavtin êdî ketiya nav mala me. Her diçe em nikarin di nav mala xwe de jî bi kurdî biaxivin. Ev jî nîşan dide ku rewş ber bi hêleke xirab ve diçe. Ev hevdîtin dereng pêk hat, lê dîsa jî girîng e. Gelê me, em û saziyên me divê dest bi pêvajoyeke xwebikeyskirinê bikin". 
 
'BIŞAVTIN KETIYE NAV MALA ME' 
 
Îşler, anî ziman ku kurd bi sedan sal in bi komkujî û zilmê re rû bi rû dimînin û got: "Heta ev polîtîkayên zilm û zoriyê dewam bikin wê texrîbatên mezin di me de çê bibin. Heger hîmê ziman û çanda me ne têkûz bûna îro me yê nikaribûna lderbarê van tiştan de biaxiviyana. Ji ber ku kurd çiyayî ne pêşî li vê bişavtinê digirtin. Lê piştî bajarîbûn dest pê kir bişavtin hat ket nav mala me. Perçeya mezin jî TV ne. Divê em pêşî lê bigirin. Ji bo vê xebatên girîng divên. Divê ev yek bibe rojeva gel."
 
Îşler, anî ziman ku divê kurd li nav mala xwe bi kurdî biaxivin û got: "Heger em vê yekê di nav malê de bidin destpêkirin wê li nav civakê jî belav bibe. Her wiha dê bi vê re pêşiya naskirina nasanme, ziman û çandê jî vebe. Êdî dayikên me bi xwe jî bi kurdî xeber nadin. Lê em baş dizanin dayikên me bi sedan sal in li ber polîtîkayên bişavtinê bendek danîbûn". 
 
MESELEYA SEREKE 
 
Îşler, destnîşan kir ku divê gel êdî xwe ji van polîtîkayên dûr bixe û vegere ser rastiya xwe û got: "Ji vê saetê şûnde divê sazyên me hemû têkevin dewrê. Loma Tora Ziman û Çandê pir girîng e. Kesên di nav vê torê de cih girtin divê tiştên hatin nîqaşkirn li nav gel belav bike û gel jî daxilî nav vê yekê bike. Ev tenê ne pirsgirêka komekê an jî çend kesa ye. Ev pirsgirêka gelê me ye". 
 
MA / Adnan Bîlen