'Em ê Tora Ziman û Çanda Kurdî di jiyan û xebatên xwe de esas bigirin'

img
AMED – Şanogerên kurd têkildarî damezrandina Tora Ziman û Çanda Kurd daxuyaniyek weşand in. Şanogeran diyar kir ku Torê bi dil û can silav dikin û dê manîfestoya Torê di jiyan û kar û barên xwe de esas bigirin.
 
Komên Şanoyê yên Amedê wek Şanoya Bajêr a Amed û Şanoya Yekta Hêvî, Şanoya Mencel a Wanê û Teatra Jiyana Nû ya Stenbolê derbarê encamnameya Tora Ziman û Çanda Kurdî de daxuyaniyek nivîskî weşand in. Di daxuyaniya komên şanoyê de hat diyarkirin ku nêzî sed salan e pişaftineke mezin li ser çand û zimanê Kurdî pêk tê û wiha hat gotin: “Serdest zimanê Kurdî bêrûmet dikin. Bi taybetî jî li qada Bakûr zimanê Kurdî bi rewşa xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Piştî vê rewşa neyênî, di  van çend salên dawî de pêkanîna komcivîneke wiha berfireh, Kurdewar û giranbûha kêfxweşiyek gelek mezin dide me. Em wek şanogerên Kurd, Tora Ziman û Çanda Kurdî pîroz dikin, pê serbilindin û bi dil û can silav dikin.”
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku wê hemû kar û xebatên xwe bi Kurdî didomin û wiha hat gotin: “Lê em ê hewl bidin ku xebatên li ser zarokan û berhemên Kirmankî (Zazakî) zêdetir bikin. Em ê manîfestoya Tora Zimên û Çanda Kurdî di jiyan, kar û barên xwe de esas bigirin."