‘Çarox ji nû ve hatin vedîtin'

img
DÎLOK – Çaroxvan Mîkaîl Tekîn, ji bo pîşeya xwe ya 48 salan got: "Bi turîzmê re çaroxfiroşî ji nû ve hat vedîtin". 
 
Li semta Kale Alti ya navçeya Şahînbey a Dîlokê, yek ji pîşeyên ku li ber xwe dide çaroxvanî ye. Çaroxvan Mîkaîl Tekîn ku ji sala 1972'yan ve vî karî dike, anî ziman ku çaroxfiroşî ji nû ve hatiye vedîtin. 
  
48 SAL 
 
Tekîn, anî ziman ku di sala 1972'yan de ji navçeya Besnî ya Semsûrê hatine Dîlokê û ji wê çaxê ve bênavber çaroxan çê dike. Tekîn, diyar kir ku birayên wî ev kar dikir û bi saya wan hîn bûye û got, ji ber pêşektina teknolojiyê çaroxên 50 sal berê û yên niha ne wek hev in. Tekîn, got: "Berê reş, bordo û wîşne hebûn. Her wiha çaroxên niha ji yên berê biqalîtertir in. Çermên em bi kar tînin organîk in. Ji bo tendurstiyê baş in". 
 
Tekîn, anî ziman ku çaroxên ku ew çê dike çermên wan organîk in û ji ber biqul in xwêdan û bînê nadin. 
 
Tekîn, destnîşan kir ku bi saya turîzêmê re pîşeya wan jî ji nû ve hatiye vedîtin û got: "Çarox ji nû ve hatin vedîtin. Lê dîsa jî niha kes naxwaze zarokên wan vê pîşeyê hîn bibin. Huner tev di xetereyê de ne. Karê me karê kedê ye. Li gor hunerên din hêla wê ya aborî ne xirab e. Tenê heqê keda xwe derdixe."