Jiyana Çayan Demîrel kirin belgesel

img
STENBOL - Jiyana Çayan Demîrel ê yek ji derhênerê belgesela 'Bakur' e bû belgesel. Jiyana Çayan Demirel bi navê 'Hevalê me Çayan' kirin belgesel. 
 
Ertugrul Mavîoglu û Çayan Demîrel bi hevre di sala 2015'an de belgesela PKK'ê ya ‘Bakur' amade kirin û weşandin. Pelgesela Bakur deng vedabû. Jiyana derhênerê belgesela "Bakur" Çayan Demirel kirin belgesel. Hevalên Çayan Demîrel ku demekê jiyana wî kişandin, bi navê “Hevalê me Çayan” kirin belgesel. Belgefîlmê "Hevalê me Çayan dê di 24'ê Çile saet di 19.00’an de li Salona Cezayîr a Beyoglu pêşkêşî temaşevanan bê kirin. Çayan Demîrel di 18'ê Adara 2015'an de dilê wî sekinî û demek dirêj li nexweşxaneyê hat dermankirin. Çayan Demirel, ku belgefîlmê ‘Bakur’ kişandibû, ji ber belgefîlm li gel derhêner Mavioglu derketibûn pêşberî dadgehê û hatibûn darizandin. Demirel li Tirkiyeyê yekem car ji bo belgefîllekî hatibû darizandin. Li Çayan Demîrel û Mavioglu di 18'ê Tîrmeha 2019’an de 4 sal û 6 meh ceza li wan hatibû birîn.