Xwîner li dora Rênas Jiyan kom bûn

img
MÊRDÎN – Nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan li Qoserê bi beşdariya gelek kesan gotûbêj li dar xist û ji bo xwîneran pirtûkên xwe îmze kir. 
 
Pirtûkxaneya Mawa ya li Qosera Mêrdînê bi beşdariya gelek kesan çalakiya gotûbêj û şanenavê ya nivîskar-helbestvan Rênas Jiyan li dar xist. Gotûbêj li Pirtûkxaneyê pêk hat û bi piraniya wan ciwan gelek kes beşdarî gotûbêjê bûn. 
Rênas Jiyan ji xwîner û beşdaran re behsa wêjeyê kir û ji pirtûkên xwe helbest xwendin. Piştî nirxandina wêje û helbestê û xwendina helbestan Jiyan pirtûkên xwe ji bo xwîneran îmze kir.