Pirtûkên nivîskarên girtî îmze kirin

img
AMED – Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ronakê hunermend û nivîskaran pirtûkên nivîskarên girtî destnîşan kirin. 
 
Înîsiyatîfa Ronak bi boneya piştevaniya nivîskarên girtî bi dirûşma “Edebiyat azad e” bi beşdariya nivîskar û hunermendan pirtûkan da destnîşankirin. Çalakiya pirtûk destnîşankirinê li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li Semta Ofîsa Amedê pêk hat. 
 
2 HUNERMEND Û 3 NIVÎSKARAN PIRTÛK ÎMZE KIRIN 
 
Stranbêj Şîlan Dora, şanoger Berfîn Emektar, nivîskar Selîm Temo, nivîskar Dilawer Zeraq û nivîskar-rojnameger Rêdûr Dîjle di çalakiyê de amade bûn û di şûna girtiyan de pirtûkên wan ji bo xwîneran destnîşan kirin. 
 
‘EM PIŞTEVANÊ WAN IN’ 
 
Berdevkê Înîsiyatîfa Ronak Bîlal Xerzî diyar kir ku ew bi vê çalakiyê dixwazin berhemên girtiyan bi xwîneran bidin nasîn û got: “Edebiyat azad e, ji ber vê yekê jî ew piştevaniyê didin nivîskarên girtî.” 
 
‘BERHEMÊN HÊJA HILDIBERÎNIN’ 
 
Endamê Înîsiyatîfa Ronak ê Amedê Mem Arîn jî destnîşan kir ku armanca vê çalakiya wan ew e ku berhemên girtiyan di nav çar dîwaran de hildiberînin bêxwedî nemîne û got: “Gelek girtî berhemên pirr hêja dinivîsînin. Em jî dixwazin ku xwîner ji van berhemên hêja bêpar nemînin. Em dixwazin bi vê wesîleyê nivîskarên girtî bi civakê bidin nasîn. Edebiyat tenê ne li derve tê hilberandin, di heman demê de girtiyên bi salane li nav çar dîwarane jî nivîsên hêja lê dikin û divê xwînerên kurd viya dizanibin.”