Ji bo nivîskarên girtî çalakiya destnîşankirina pirtûkan

img

AMED - Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî roja destnîşankirina pirtûkan li dar bixe. 

Insiyatîfa Ronakê, wê ji bo nivîskarên girtî li Amedê roja destnîşankirina pirtûkên nivîskarên girtî li dar bixe. Wê şanoger Berfîn Emektar,  nivîskar Dilawer Zeraq, helbestvan-rojnamevan Rêdûr Dîjle, helbestvan Selîm Temo û hunermend Şîlan Dora li ser navê girtiyan berhemên wan destnîşan bikin. 
 
Bername wê di 19'ê Çileyê de, saet di navbera 13.00an û 16.00an de li Pirtûkxaneya Lîlavê ya Taxa Kooperatîfê Kolana Yeniyê ya Yenîşehîrê dê bê lidarxistin.