Bi tayînkirina qeyûman re projeyên duzimanî hatin qedexekirin

img

AMED - Beşdarên Tora Ziman û Çanda Kurdî, komxebata torê nirxandin. Ji beşdaran Hevserokê Odeya Avahîsazan a Amedê Şerefxan Aydin, diyar kir ku xebata tê kirin xebateke girîng e û got, li ser civakê qirkirineke pir mezin heye û nexasim jî piştî qeyûm hatine projeyên wan ên duzimanî hatine betalkirin, lê belê niha dîsa dest bi xebatên xwe yên duzimanî kirine. 

Beşdarên Komxebata Yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî, xebatên torê û komcivîna torê nirxandin. Nivîskar Dilbêzarê Bêkes, karsaz Ozgur Mehmetoglû û Hevserokê Odeya Avahisazan Şerefxan Aydin bal kişandin ser girîngiya Tora Ziman û Çanda Kurdî.
 
Nivîskar Dilbêzarê Bêkes, diyar kir ku kurdî di dîrokê de di gelek fitlonekên dijwar re derbas bûye û got, got: “Car caran lawaz bûye, car caran pêş ketiye. Serdestx ji bo tune bikin gelek caran pişaftin pêş xistine. Lê kurd her tim ketine nava hewldanê. Zehmet e lê ez bi hêvî me dê pêş bikeve. Di destpêkê de perwerde girîng e. Niha gelek tema li hev kom bûne. Temayên nivîskar, weşanger, çand û huner û yên din li ser ziman hatine cem hev. Ewil her tişt bi yek kesî dest pê dike, dibe du, sê komele, partî û rêxistin. Kurdî-Der zêdetirî 30 şaxên wê hebûn û perwerde dida. Ji ber wê yekê ev ne destpêk e. Komele hatin girtin lê em ê dîsa vekin û dest bi perwerdehiya ziman bikin.”
 
Her wiha Bêkes, destnîşan kir ku li ser axa Mezopotamya berê 36 hezar ziman hebûn ji wan zimanan 6 hezar jê man û got: "Di nava van zimanan de jî 2 hezar û 500 ziman tên axaftin. Kurdî jî ne li ber mirinê ye, lê nexweş e. Kurdî gelek dewlemend e, lê yên nizanibin dibêjin qels e. Ne ziman, mirov qels e.” 
 
‘ZIMAN NEBE ZIMANÊ ABORIYÊ WÊ TÊK BIÇE’
 
Karsaz Ozgur Mehmetoglu jî têkildarî komxebatê axivî û anî ziman ku di serî de ji bo ziman di qada aboriyê de pêş bixin tev li komxebatê bûne û niqaşan dikin. Mehmetoglu, da zanîn ku di komxebatê de li ser pirsgirêk û çareseriya ziman niqaş hatine kirin û got: “Îro hemû nirxên jiyanê di bin siya aborî de derbas dibin. Ziman jî îro ji vê yekê para xwe digire. Ger ku îro ziman nebe zimanê aboriyê mixabin wê têk biçe. Zarok jî dê nikaribin xwe fêrî kurdî bikin, perwerde bikin û pêş bixin. Em jî weki desteya aboriyê û karsazekî ji bo zimanê aboriyê bibe kurdî û ji bo di kirîn û firotinê de li ser alav û amûran bi kurdî buhayê wan bê nivîsîn em ê di nava hewldanan de bin. Em dixwazin hemû kes û kesayet xwe têde bibînin û di nava vê xebatê de cih bigirin."
 
‘ARMANCA QEYÛMAN PIŞAFTINE’
 
Hevserokê Odeya Avahisazan Şerefxan Aydin jî ani ziman ku ev xebatek pir girîng û pîroz e û got: “Ji ber ku li ser civakê qirkirinek pir pir mezin heye. Bi taybetî di dema dawî de piştî qeyûm tayinî şaredariyan hatin kirin, armanca wan pişaftin û xwepişaftin bû. Qeyûm dixwazin pêşengiya pişaftinê bikin û di warê ziman û çandê de kurd xwe bi xwe pişaftinê pêş bixin. Di serî de sazî û dezgehên li ser çand û ziman xebat dikirin, girtin û nava wan vala kirin. Ji ber vê yekê ev xebat li dijî vê polîtîkayê bersivek e. Ji avakirina Komara Tirkiyeyê heta niha her dem bi awayakî sîstematîk li ser kurdî û çanda kurd pişaftin pêş xistine."
 
‘EM PROJEYAN DUZIMANî AMADE DIKIN’
 
Aydin, da zanîn ku ger plansaziyek baş bê derxistin dê encamên baş bên girtin û got: “Dema plansaziyek xurt û encamnameyek xurt derkeve û hemû sazî vê yekê têxin rojeva xwe dê li ser civakê bandorek mezin û xurt ava bike. Ev saziyên ku niha li vir, ji xeynî siyasetê hemû beş û qadên civakê temsîl dikin û ji ber vê yekê pir girîng e. Divê ev sazî li ser ziman û çandê hişmendiyekê ava bikin û bi gel re parve bikin. Ji ber ku gel jî li van saziyên sivîl guhdar dike.” 
Aydin, bal kişand ser xebatên Lijneya TMMOB’ê ya Amedê jî û got: “Bi rastî di 5 salên dawî de li ser ziman hinek xebat hatin kirin. Me ferhenga têgehên teknîkî amade kir. Lê ev ne bes e. Gav bi gav xebatên me didomin. Dema em projêyan amade dikin, em bi du zimanan amade dikin."
 
‘BI DESTÊ QEYÛMAN XEBATÊN ME HATIN QEDEXEKIRIN’
 
Aydin bal kişand ser astengiyên bi destê qeyûman û got: “Me proje bi du zimanan amade kir. Lê piştî qeyûm hat ser kar, ev projeyên me yên duzimanî qedexe kir. Ji ber qedexeyên qeyûm em neçar man ku dîsa bi yekzimanî projeyan amade bikin. Lê niha odeya me dîsa dest bi qursên ziman kiriye. Lê ev ne bes e." 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme