Serlêdana dawî ya Mihrîcana Fîlm a Yilmaz Guney 25'ê Çile ye

img
ÊLIH – Îsal 8'emîn Mihrîcana Film a Yilmaz Guney tê li dar xistin. Serlêdana mihrîcana fîlm di 25'ê Çile de bi dawî dibe. 
 
Li Êlihê di navbera 26'ê Sibat û 1'ê Adarê de 8'emîn Mihrîcana Film a Yilmaz Guney tê li dar xistin. Bi vê mihrîcanê armanc dikin ku bi awayekî rastî sansurê hatine û nehatine pêşandan, li vir bidin pêşandan û van fîlman bigînin gel. Di mihrîcanê de dê fîlmên kurd û dirêj bên pêşandan. Serlêdana Mihrîcana Film a Yilmaz Guney herî dawî di 25'ê Çile de bi dawî dibe. 
 
Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz û Mehmet Demir, diyar kir ku di mihrîcana îsal de beşa peşbirgê rakirine. Ji bo 2 projeyên di beşa Piştgirî û Pêşketina Filmê Mihrîcanê de 10.000. TL, ji bo 2 projeyên Piştgirî û Pêşketina Filmê Kurmaca yê metraja Kurd jî 10.000 TL dê xelat bê dayîn.