'Torê kir ku em li ser ziman û çandê bibin yek'

img

AMED - Beşdarên komxebata Tora Ziman û Çanda Kurdî, bal kişandin ser girîngiya torê ku sazî û dezgehên kurdan tîne cem hev du û gotin: "Heçî dixwaze li pêşeroja xwe û zarokê xwe xwedî derkeve divê wan bi çand û zimanê xwe mezin bibin û erka xwe pêk bînin". 

Li Amedê Komxebata 1’emîn a Ziman û Çanda Kurdî, di 11-12'ê Çileyê de pêk hat. Lijneya Rêveber a Tora Ziman û Çanda Kurdî piştî komxebata 2 rojan encamnameya xwe bi raya giştî re parve kir. Ji beşdarvanan Nivîskar Qahir Bateyî, edîtorê Zarok TV'yê nivîskar Mehmet Çakmak û weşanger-helbestvan Mem Bawer komxebata torê ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxandin.
 
 
Nivîskar Qahir Bateyî, têkildarî avakirina Tora Ziman û Çanda Kurdî diyar kir ku piştî TZP-Kurdî û saziyên kurdan hatin girtin avakirina vê torê gelek girîng e û got: “Girîng e ku gelek derdor tevlî vê torê bûne. Em bawer dikin ku ev tor dê bandora xwe li ser civakê bike. Diviya bû ku ev tor zûtir hatiba avakirin. Ji ber ku kurdî gelek li ber xeterê ye. Derdorên siyasî li ziman xwedî dernakevin. Di pêvajoyeke wisa de avakirina Tevna Çand û Ziman gelek girîng e. Hêviyek heye ku bandorê li ser civak û siyasetê bike û civak û siyaset dîsa li zimanê xwe vegere. Siyaset qiymetê bide zimanê xwe.”
 
 
‘DIVÊ LI GOR TESPÎTAN XEBAT BÊ KIRIN’
 
 
Bateyî, destnîşan kir ku li gorî tesbîtên niqaşên di du rojan de hatin kirin wê xebat bê kirin û got: “Ya girîng ev tespîtên hatin kirin û biryarên hatin girtin li ser kaxizê nemîne. Divê hemû pêkhateyên tevnê bi awayekî çalak têkeve nav pratîkê. Divê tenê ev xebat bi vê pêkhateyê bi sînor nemîne. Divê hemû derdor partî û rêxistinên kurd erka xwe pêkbînin. Karê her kurdî ye. Her kurdê ku dixwaze li pêşeroja xwe xwedî derkeve û zarokên wan bi çand û zimanê xwe mezin bibin divê erka xwe pêk bînin.”
 
 
‘BANGA MIN JI BO SIYASETA KURD’
 
 
Bateyî, bi taybetî bang li siyaseta kurd kir û wiha got: “Banga min ji bo siyaseta kurd e. Şermeke mezin e ku siyaseta kurd bi kurdî siyaseta xwe neke. Divê siyaseta kurd xwe ji vê şermezariyê xelas bike. Şermeke mezin e ku zarokên siyasetmedarên kurd bi kurdî nizanin. Hewceye ku siyasetmedarên kurd li xwe û zimanê xwe vegerin.”
 
 
‘DIVÊ EM JI DEWLETÊ HÊVÎ NEKIN’
 
 
Edîtorê Zarok TV'yê nivîskar Mehmet Çakmak jî li ser girîngiya torê axivî û got: “Divê mirov hin tiştan xwe bi xwe bike. Her tiştî ji dewletê hêvî neke. Di çend salên dawî de hin sazî û dezgehên kurdan li ser ziman û çandê xebat meşandine. Lê mixabin tiştek nekirine. Ev tor gelek girîng e ku hemû sazî û dezgehan bîne li cem hev û ji bo ziman û çanda kurdî xebatekê bimeşînin. Dema ku sazî, dezgeh, kes bên li cem hev dikarin gelek xebatan bimeşînin. Ev tor dikare xebatek geleke bingehîn û sereke bimeşîne. Dikare warê polîtîkayê de jî bibe hêzeke gelek mezin. Divê komxebatê de gelek sazî û dezgeh hatin li cem hev. Lê me dît ku gelek sazî haya wan ji hev tune ye. Heman karî dikin lê haya wan ji hev tune ye. Ev tor dikare hêza wan bêtir xurt bike. Ev ne bes e. Ev destpêke. Bi pratîkê dikare bi xwe re hêzeke mezin ava bike. Beyî ku em li hêviya tu kesî bimînin. Beyî ku em li hêviya dewlet û siyasetê bimînin, divê em bi xwe bi xwe, bi hêza xwe gavan biavêjin. Li kolanê herkes diyardike ku pêdiviya kurdan bi yekitiyê heye. Ev tor jî ji bo yekitiya kurdan dê bibe bingehek. Em li ser ziman û çandê dibin yek. Ev yekitî dê bandora xwe li ser raman û siyasetê jî bike. Ez bi hêvî me ku ev tor encamên baş bi  xwe re bîne.”
 
 
DIVÊ AGAHIYA SAZIYAN JI HEV HEBE’ 
 
 
Çakmak, herî dawî destnîşan kir ku pêwist e ewil hemû saziyên di bin heman temayê de li hev kom bûne agahiya wan ji hev hebe û karibin lijneyekê di nava xwe de ava bikin û got:“Divê ewil saziyên di bin temayekê de ava bûne ji hev û xebatên hev agahdar bin. Divê karibin bi hevre xebatê bimeşînin û xwe di nava avahiyê de bisinor nekin. Karibin biryarên xwe têxin meriyete. Divê xebatên me di nava avahiyekê de nemînin.” 
 
 
‘DI HER RAPOREKÊ DE LI SER ZAROKAN XALEK HEBÛ’
 
 
Weşanger-helbestvan Mem Bawer jî, diyar kir ku di sala 2008’an heta niha xebatên bi vî warî tên kirin û wiha got: “Ferheng hatin amade kirin, yên pîşeyan, yên muhasebeyê, yên teknîkî. 12 heb komên cuda civiyan. Herkesê fikrên xwe gotin û pêşniyarên xwe wek rapor amade kir. Wek Weşanxaneya Morî ya zaroka tişta ku kêfa me hatî di her raporekê de li ser zarokan xalek hebû. Divê perwerde ji zarokan dest pê bike. Ji bo ku zarok bi zimanê xwe biaxivin em dikarin çi bikin? Bi vî rengî pirs û pêşniyar hebûn ev jî ji bo me kêfxweşiyek bû.”
 
 
76 PIRTÛK JI BO ZAROKAN AMADE KIRIN
 
 
Bawer, anî ziman ku 7 sal e weşangeriya pirtûkên zarokan dike û wiha berdewam kir: “Min got çima weşanxaneyek ji bo kar û xebatê zarokan bimeşîne çima tune be. Bi vî fikrî me weşanxaneya zarokan ava kir. 76 pirtûk min û hevalên xwe wek xebatekê amade kir. Me ev berhem derxist holê. Ev jî bala zarokan dikşîne. Em di fuaran de dibînin. Gava zarok tên pirtûkên kurdî bi zimanê xwe dibînin dixwazin wan pirtûkan bixwînin. Malbat dixwazin bi riya pirtûkan zarokan wan hînî kurmancî û kirmanckî bibin. Ku zanibin dê û bavê wan kurd in û ew jî ji kurdbûna xwe hay bibin.”
 
 
‘BERNAMEYÊN TELEFONAN BILA WERIN AMADE KIRIN’
 
 
Bawer, destnîşan kir ku di komxebatê de ji bo zarokan gelek pêşniyarên teknîkî hatin kirin û got: “Ne tenê pirtûk, tiştên dijital jî, bernameyên telefonan jî êdî bila werin amade kirin. Bi rastî jî ev xweş bûn di vê xebatê de hatin ziman. Em hêvîdarin ku ew jî bên kirin ku ziman û çanda kurdî pêş bikeve. Zarokên me ji çanda xwe dûr nekevin.”
 
 
‘JI ALMANÎ, FARISÎ, ÎNGÎLÎZÎ ÇÎROK WERGERANDIN KURDÎ’
 
 
Bawer, bilêvkir ku wekî weşangerekî divê derfetên ziman berfireh bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em wek weşanxane tenê li ser folklorê karê xwe nameşînin. Divê em berfirehî bi fikirin hinek tiştan. Em li ser çîrokên folklorîk jî disekinin li ser nû ciwanan jî disekinin. Ji ber ku zarokên îro sibêrojê de dê mezin bibin bin ciwan divê em wan jî bifikirin, ew dê çi pirtûk bixwînin ew pirtûkên li gorî zarokên 5-6 salî êdî ne li gorî wan in. Wekî din jî em dixwazin derfetên zimanê xwe biceribînin ew jî bi riya wergerê dibe. Niha me ji farisî, îngîlîzî, almanî me çîrok wergerandin kurdî û wek pirtûk jî çap kirin. Çîrokên cîhanê yên ku zarok jê hezdikin kîjan in em wan ji zimanê resen wergêrînin. Xanimek li Danîmarkayê dimîne niha çîrokên Andersen dê wergerîne kurmancî bi vî rengî em dixwazin xebatên xwe bidomînin.”
 
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Ayşe Surme