Bi 3 zimanan ferhenga perwerdehiyê derxistin

img

ÊLIH – Perwerdekar Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ên bi salane perwerdehiya kurdî didin ferhenga perwerdehiyê ya kurdî, tirkî û îngîlîzî amade kirin. 

Perwerdekarên zimanê kurdî Ubeydullah Pilatîn û Zubeyîr Çelîk ku bi salane li ser ziman dixebitin ferhenga perwerdehiyê ya kurdî, tirkî û îngîlîzî amade kirin û ev ferheng der çû. Ferheng bi armanca kêmasiyên zanistên di perwerdehiya kurdî de ji holê rabin hatiye amadekirin. 
 
Pilatîn û Çelîk di sala 2013’an de dest bi amadekariyên vê ferhengê dikin û piştî lêkolîn û xebatek wan dûr û dirêj di meha kanûna 2019’an de pirtûk derxistin. Di ferhengê de têgehên perwerdehiyê yên kurdî, tirkî û îngîlîzî hatine nivîsandin û berfirehiya pênasekirina têgehan jî bi kurdî hatine nivîsandin. 
 
JI BO KÊMASÎ Û PIRSGIRÊKÊN ZIMAN JI HOLÊ RAKIN 
 
Ji amadekarên ferhengê Zubeyîr Çelîk diyar kir ku armanca wan a amadekirina vê ferhengê ew bûye ku pirsgirêk û kêmasiyên li qada perwerdehiya kurdî ji holê rakin û got: “Li tevahiya cîhanê di warê pêşketina aborî û civakî de sedema mezin perwerdehiye. Ji ber ku gelê kurd bi zimanê dayika xwe perwerdehî nabînin, pêşketina kurdî bi paşde mayînek mezin re hevrû ye. Mirov dikare bêje ku ferasetek wiha peyda bûye ku dibêjin zimanê kurdî ne zimanê xebatên zanist û perwerdehiyê ye. Bi çavek wiha lê dinêrin. Zarokek kurd di biçûkatiya xwe de zimanê xwe ji bîra dike û tevahiya jiyana xwe bi zimanên din formûle dike. Ji bo em bikevin pêşiya vê yekê me xebatek wiha da destpêkirin. Armanca me ew e ku em têgihen perwerdehiya kurdî berbelav bikin. Da ku mamoste û xwendekarên fêrî perwerdehiya kurdî dibin van têgihan dizanibin. Me bi berfirehî têgihên kurdî nivîsandin.” 
 
'BILA ZIMANÊ KURDÎ BIBE ZIMANÊ PERWERDEHIYÊ’ 
 
Çelîk da zanîn ku dema wan li qursên KURDÎ-DER’ê perwerdehiya kurdî didan kêmasiyên di vî warî de gelek caran ferq dikirin û ji ber vê yekê jî wan bi kêfxweşî xebatek wiha kirine. Çelîk diyar kir ku zimanê kurdî bi polîtîkayek tund a asîmîlasyonê re hevrû maye û li dijî vê pişaftinê divê kurd xwedî li zimanê xwe derkevin. Çelîk got pêwîste zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û ji bo ev pirtûk ango ferheng di perwerdehiyê de were bikaranîn wezîfeya bikeve ser milê wî ew amade ye. 
 
MA / Fethî Balaman