Piştî komxebatê navê torê kirin 'Tora Ziman û Çanda Kurdî'

img

AMED - Tora Ziman û Çandan piştî komcivîna 2 rojan, encamname aşkere kir. Torê piştî komcivînê bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk guhertin û wek Tora Ziman û Çanda Kurdî dîyar kirin.

Lijneya Tora Çand û Zimanê Kurdî piştî komxebata 2 rojan encamnameya xebatên 2 rojan bi daxuyaniyê bi raya giştî re parve kir. Endamê Lijneya Torê, Bawer Berşev encamname xwend û got: "Polîtîkayên pişaftin û yekdengîyê yên ku bi salan e bi awayekî sîstematîk tên meşandin, xetereyên li ser ziman û çanda kurdî zêdetir kirine. Ji bo têkbirina van polîtîkayan çi wek sazî çi jî wek kes gelek hewldan tên dayîn û kar û xebat tên kirin, lê ji bo guhertina vê rewşê pêdivî zêdetir bi hevgirtineka xurt û helwesteka zelal û bernameyeka karîger heye." 
 
Berşev, da zanîn ku wan di 22-23'yê Mijdara 2019'an da komxebata Tora Ziman û Çandan pêkanîn û li ser mijarên zimanî û çandî, danûstandin û gengeşe hatibûn kirin û ji alîyê 45 kesan ve bangewazîya komcivîneka berfireh hatibû kirin û wiha got: "Piştî wê bangewazîyê di 11-12'ê Rêbendanê da li Amedê bi beşdarîya nêzî 300 kesên kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî komcivînek hat lidarxistin û du rojan mijarên curbicur hatin gengeşekirin. 
Di komcivîna 1emîn da mijarên wek mafên zimanî, pêwendîya ziman û nasnameya neteweyî, avakirina rê û rêzikên xebatên sivîl, arîşeyên navxweyî û derveyî yên ziman û çanda kurdî, astengîyên bingehîn ên li ber ziman û çanda kurdî û rênexşe, statû û rêzikên xebata Torê bi berfirehî hatin gengeşekirin." 
 
Berşev, anî ziman ku di komcivînê da 12 maseyên tematîk ên wek Maseya Weşangeran, Nivîskaran, Çandê, Hunerê, Ziman û Perwerdeyê, Odeyên Pîşeyî, Sazîyên Hiqûq û Mafan, Karsazan, Ragihandinê, Akademîsyen û Sosyo-Lengûîstîkê, Sazîyên Jinan û Maseya Sazîyên Zarokan hatin avakirin û wiha berdewam kir: "Di maseyên tematîk da mijarên spesîfîk hatin dîyarkirin û li ser mijarên sereke gengeşe hatin kirin û rapor hatin amadekirin. Di raporên maseyan da tesbîtên girîng hatin dîyarkirin û pêşnîyazên çareserkirina kêşeyên ziman û çanda kurdî hatin pêşkêşkirin. Her mase dê xebatên xwe bi awayekî spesîfîk bidomîne û tesbît û pêşnîyazên ku derketin holê di pratîkê de pêk bîne û ji bo berfirehkirina Tora Ziman û Çanda Kurdî hewl bide." 
 
Berşev, bilêv kir ku di komcivîna 2 rojan da bi daxwaza beşdaran navê torê bi rêbazeka demokratîk hate guhertin û wiha lê zêde kir: "Bi rêbaza demokratîk navê torê wek Tora Ziman û Çanda Kurdî hate dîyarkirin. Her çend Tor, parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî ji xwe ra kiribe armanc jî, hemû ziman û çandên Kurdistanê yên ku rastî polîtîkayên bişaftinê tên jî, dikarin di nav Torê de cih bigirin û xebatên xwe bidomînin û hêzê bidin Torê. Dîsa li ser statûya torê û logoya torê nîqaş û pêşnîyaz hatin kirin û rêveberî û sekreteryaya Torê hate berfirehkirin. Derbarê diyarkirina logoya Torê de amadekarî dê bên kirin û encamên wan dê bi raya giştî ra bên parvekirin. Tor ji xwe ra kirîye armanc ku xwe bigihîne hemû alîyên cuda cuda û lewma jî Tora Ziman û Çanda Kurdî ji beşdarên nû ra vekirîye."  
 
Berşev, destnîşan kir ku di komcivînê da hate dîyarkirin ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî, divê sala 2020'an bibe sala Baba Tahirê Hemedanî û seferberîya ji bo kurdî û gavên şênber bên avêtin û wiha berdewam kir: "Ji bo vê yekê jî, biryara pêkanîna konferans, panel, sempozyûm, komxebat û komcivînên li ser ziman û çanda kurdî û piştgiriya sazî û dezgehên ku xebatan ji bo ziman û çanda kurdî dikin hate girtin. Di vê çarçoveyê da bi taybetî di 8'ê Adarê, 21'ê Adarê roja Newrozê û 21'ê Sibatê, 15'ê Gulan û rojên taybet da biryara pêkanîna xebatên curbicur hate girtin."  
 
Berşev, herî dawî anî ziman ku ji niha pê ve dê xebatên parastin û geşkirina çand û ziman bi hişmendîyeka sivîl û demokratîk, bi bîr û bawerîyeka xurttir bên meşandin û wiha got: "Em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû sazî û dezgehên sivîl dikin da ku xebatên ji bo parastin û geşkirina zimanê kurdî bi hêztir bikin. Dîsa em wek Tora Ziman û Çanda Kurdî bang li hemû partîyên sîyasî dikin da ku zimanê xwe yê sîyasetê veguherînin kurdî û li hemberî polîtîkayên pişaftinê, xebatên xwe bi zimanê kurdî bikin û piştgirîya hewldana parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî bikin. Her wekî din, em bang li gelê xwe dikin, da ku li zimanê xwe xwedî derkevin û hêz bidin hewldana parastin û geşkirina zimanê kurdî. Di komcivînê da me hewl da ku hemû kedkar û xemxurên ziman û çanda kurdî li hev kom bikin, rêyeka danûstandinê di navbera wan da ava bikin û ji bo êş û kêşeyên ziman û çanda kurdî rêyên çareserîyê peyda bikin. Beşdarbûna 300 kesan ji bo me û ji bo ziman û çanda kurdî şanazîyeka mezin, destkeftîyeka giranbuha ye. Ji bo beşdarbûn û bihêzkirina Torê em spasîyê li hemû beşdaran dikin û hêvî dikin ku komcivîna yekemîn a Tora Ziman û Çanda Kurdî bibe wesîleya parastin û geşkirina ziman û çanda kurdî."